Li ser sînorê Kobanê nobet 3 roj in didome
- 15:11 25 Kanûn 2024
- Rojane
RIHA - Nobeta li ser sînorê Pirsûs û Kobanê hatî destpêkirin 3 roj in didome. Aktîvîsta TJA’yê Edle Fîdan di daxuyaniyê de axivî û got, “Ev êriş ji bo bêstatû hiştina Kurdan e. Dixwazin destkeftiyên li wir tune bikin. Lê belê divê were zanîn ku tu kes nikare Kurdan li Rojhilata Navîn bê statû bihêle."
Li dijî êrişên li hember Bakur û Rojhilatê Sûrî li sînorê Pirsûs û Kobanê çalakiya nobedê hat destpêkirin. Nobeta ku bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) hat destpêkirin 3 roj in bi serdanan didome. Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Ferît Şenyaşar, Rêxistinên DEM Partî û DBP'ê yên Semsûr, Bismila Amedê, Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Rihayê û gelek welatî amade bûn. Girseya ku li ser rêya Murşît Pinarê kom bûn daxuyanî dan çapemeniye. Di daxuyaniyê de pankarta "Rojava rûmeta me ye" vekirin û wêneyên rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan girtin.
'Ewlehiya Rojava ewlekariya me ye'
Aktîvîsta TJA'yê Edle Fîdan li vir axivî û got: “Em jî ji wan dipirsin. Çi ewlehî? Rojava di bin êrîşan de ye. Ewlehiya Rojava ewlekariya me ye. Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên bi êrişa hewayî ya dewleta Tirk ve hatin qetilkirin. Bi qetilkirina wan rastî hedef hatiye girtin. Ev êriş ji bo bêstatû hiştina Kurdan e. Dixwazin destkeftiyên li wir tune bikin. Lê divê were zanîn ku kes nikare Kurdan li Rojhilata Navîn bê statû bihêle. Li dijî vê yekê em ê berxwedana xwe bidomînin. Em weke gelê Kurd jiyaneke bê statu û bê azadî qebûl nakin. Jiyana li Rojava jiyanek bi şoreşa jinê hate avakirin. Em weke jin dê vê jiyanê biparêzin."
'Divê gelê Kurd li çar parçeyan li xwedî derkeve'
Piştre Hevserokê DEM Partiyê yê Semsûrê Huseyîn Coşkun ku mafê axaftinê girt û got, “Hemû kes bi fikariyeke mezin li bûyerên li Sûriyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê dişopîne. Em dizanin ku ev êriş ji bo destxistina destkeftiyên Kurdan e."
Hevserokê DEM Partiyê ya Bismila Amedê Mustafa Kurt jî diyar kir ku divê Gelê Kurd li dijî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dengê xwe bilind bike.
'Ez rojnamegeran bi rêzdarî bibîr tînim'
Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Ferît Şenyaşar jî got: “Gelê Pirsûsê û gelê Kobanê dost, xizm me ne. Em êrişên çeteyên terorê yên bermahiyên DAIŞ’ê yên li ser Gelê Kurd qebûl nakin. Ji vir careke din hevalên me yên rojnameger Nazim û Cîhan qetilkirin bi bîr tînim. Em vê zîhniyeta qetlîamker şermezar dikin. Heta ku ev êriş bidomin em ê li hemberî van êrişan bêdeng nemînin. Ji ber ku bêdengî tê wateya li dijî rûmeta mirovatiyê. Gelê Rojava bi têkoşîna xwe ya li dijî DAIŞ'ê ji raya giştî ya cîhanê re hat naskirin. Gelê Rojava ji bo Tirkiyeyê ne xeter e. Em ê her tim bi gelê Rojava re bin."
Daxuyanî bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Şehîd namirin” û “Rojava rûmeta maya” bi dawî bû.