Projeya li ser Kaniyên Mûnzûrê hat betalkirin

  • 15:23 18 Sibat 2021
  • Ekolojî
DÊRSIM - Projeya li ser Kaniyên Mûnzûrê, ji hêla Daîreya 13’emîn a Şûreya Dewletê hat betalkirin. 
 
Li navçeya Pulurê ya Dersmê Kaniyên Mûnzûrê ku di baweriya xelkê herêmê de pîroz tê qebûlkirin di bin navê “Projeya Rekreasyonê ya Kaniyên Mûnzûrê” dihat çêkirin. Tevî nerazîbûna xlekê herêmê jî di meha tebaxa 2020’an dest bi çêkirina vê projeyê hat kirin. Ev proje ji aliyê Ajansa Pêşketinê ya Firatê ku bi kordîneya Walîtiya Dersimê dihat çêkirin. Hiqûqnasên li Dersimê ji bo betalkirina projeyê serî li Daîreya 13’emîn a Şûreya Dewletê (Daniştay) dan û doz hat vekirin. Parêzer Bariş Yildirim di hesabê xwe yê medya civakî de têkildarî doza projeyê wiha got: “Di encama doza me vekiribû de Dîreya 13’emîn a Şûreya Dewletê ji bo Projeya Rekreasyonê ya Kaniyên Mûnzûrê biryara betalkirina îhaleyê da.”