Têkoşîna bê nefes a hezar hefteyî (1)

  • 09:06 21 Gulan 2024
  • Dosya
 
Qada Galatasarayê kirin cihê hafizayê!
 
Rozerîn Gultekîn 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Dayikên Şemiyê ku 29 sal berê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên hatin windakirin bipirsin çûn Qada Galatasarayê, qad veguherandin cihê bîranînê û bûn nivîskarên dîrokê yên ku ev bîranîn zindî hiştin.
 
Piştî derbeya leşkerî ya 12’yê Îlona 1980’an bi hezaran kes hatin qetilkirin an jî windakirin. Salên ku herî zêde kes hatin windakirin salên 1990’î bûn.
 
Ji ber ku hejmara kesên hatin windakirin û qetilkirin zêde bû, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di sala 1992'an de bi dirûşma "Bila winda bên dîtin" kampanya da destpêkirin. Kampanyaya ku ji aliyê ÎHD'ê ve hat destpêkirin veguherî têkoşîna li dijî windakirinên bi destê desthilatdarên Tirkiyeyê.
 
Dayikên Şemiyê bûn sembola têkoşîna li dijî windakirine. Bi vê kampanyayê re gelek malbat di 27’ê Gulana 1995’an de Qada Galatasarayê ya Stenbolê ji aliyê dayikan ve veguherî rengekî cuda. Malbatên ku her roja şemiyê hatin Qada Galatasarayê roj bi roj zêde bûn û li Kurdistan û Tirkiyeyê deng vedan. Ji ber ku rojên şemiyê hatin cem hev, gel û çapemenî ji wan re dibêjin Dayikên Şemiyê. Qada Galatasarayê bi têkoşîna 29 salan ku lê hat dayîn bû cihê bîranînê, Dayikên Şemiyê jî bûne nivîskarên dîrokê ku vê bîranînê zindî dihêlin.
 
Beşa yekem a dosyaya xwe me derbarê têkoşîna Dayikên Şemiyê ku hezar hefteyên xwe temam kirin amade kir, me bûyerên ji destpêka protestoyê heta îro berhev kirin.
 
Çavkaniyên îlhamê
 
Çalakiya ÎHD'ê ya ji bo destpêkirina çalakiya dayikên ku her şemî tên Qada Galatasarayê bi bandor bû, çavkaniya îlhama wan jî bû dayikên li cihekî din ê li windayên xwe digerin. Dayikên Plaza De Mayo ku aqûbeta 30 hezar kesên di serdema dîktatoriyê ya salên 1976-1983'an de li Arjantînê hatin windakirin an jî hatin qetilkirin pirsîn, ev Dayik bi navê qada ku lê kom dibûn jî tên naskirin ku ji wan re dibêjin Dayikên Gulanê.
 
'Delîlên pêncşemê'
 
Di dema dîktatoriyê de 3 kes jî qedexe bû ku werin cem hev, lê li gel vê di sala 1977'an de komek jin li qada li hemberî avahiya hikûmetê hatin cem hev. Her hefte roja pêncşemê bi şerpeyên xwe yên spî du du dikevin hundir û saet di 15:00 de dest çûnhatina li dordora pîramîda li orta qadê dikin. Jinên ku bê deng li vêderê diçin û tên ji aliyê rayedarên dewletê ve hewl tê dayîn weke "dînên roja pêncşemê" yan jî "dayikên terorîst" bên nîşandan. Ev binavkirin jî ji bo pêşîgirtina li êrîş û li çalakiyê ye. Lê belê dayik dev ji vê bernadin û di dawiyê de rê li ber darizandin û cezakirina berpirsyarên serdema dîktatoriyê vedikin. Ev bi bedelên mezin pêk tê. Hetta mirov hene dema li hezkiriyên xwe û yên ku winda bûne digerin ên winda bûne jî hene.
 
Sûcê li dijî mirovahiyê
 
Ev têkoşîna wan jinan ewan dibe mînak ji bo kesên ku li çaraliyê cîhanê li wendayên xwe digerin. Neteweyên Yekbûyî (NY)  di sala 2007'an de "Peymana Navneteweyî ya ji bo Parastina Hemû Kesên bi zoarê tên windakirin" qebûl kir û di sala 2010'an de ket meriyetê. Aliyê herî girîng ê peymanê ew e ku "windakirina bi zorê" wekî sûcê mirovahiyê pênase dikir.
 
27'ê Gulana 1995'an: Çirûska yekemîn a têkoşînê
 
Dayikên Şemiyê ku xwedî dîrok û çavkaniya îlhamê ne, di 27'ê Gulana 1995'an de çirûska yekemîn a têkoşînê pêxistin. Wê rojê saet 12.00’an ji bo aqûbeta Hasan Ocak ê di 21’ê Adarê de piştî çalakiyên li Taxa Gaziyê hat binçavkirin û 55 roj şûnde cenazeyê wî li goristana bêkesan hat dîtin, hatin gel hev. Komek ji 15-20 kesan ku ji malbatên Hasan Ocak, Ridvan Karakoç, Kenan Bîlgîn, Hasan Gulunay û Huseyîn Toroman pêk dihat, li Qada Galatasarayê hatin cem hev û çalakiya rûniştinê li dar xistin.
 
Daxwazên malbatan
 
Malbat hatin cem hev û daxwazên xwe yên wekî "Bila windakirina di bin çavan de bi dawî bibe, aqûbeta windayan bê eşkerekirin, berpirsyar bên dîtin û darizandin" anîn ziman. Koma ku ji 15-20 kesan pêk dihat her hefte zêde bû û bi demê re gihîşt hezaran.
 
Her hefte çîroka kesek
 
Kesên ku niha di raya giştî de wek Dayikên Şemiyê tên binavkirin, ku hejmara wan roj bi roj zêde dibe, her hefte hatin cem hev û çîroka windayan parve kirin, aqûbeta wan dipirsin û daxwaz dikin ku berpirsyar bên darizandin.
 
Êrîş dest pê dikin
 
Dayikên ku ji raya giştî jî piştgirî dîtin êrîşên li ser wan jî dest pê kirin. Ji sala 1998’an û vir ve kesên ku beşdarî çalakiyê bûn bi êrîşan re rûbirû man û hatin binçavkirin.
 
Naveber dan çalakiyê
 
Bi zêdebûna êrîş, îşkence, zext û binçavkirinan re, Dayikên Şemiyê di 13'ê Adara 1999'an de daxuyanî dan. Dayikên Şemiyê ji raya giştî re ragihandin ku ew naberê didin çalakiya xwe.
 
Dîsa hatin gel hev
 
Dayikan çalakiya xwe 10 salan rawestand. Piştî 10 salan di 31'ê Çileya 2009'an de dîsa çûn Qada Galatasarayê û çalakiya rûniştinê li dar xistin û aqûbeta xizmên xwe yên hatin windakirin pirsîn. Dayikan xwestin berpirsyar bên darizandin. Her hefte bi hezaran kes hatin Qada Galatasarayê û dest bi piştgiriyê kirin.
 
Di dorpêça polîsan de çalakî
 
Ji ber hin bûyerên ku li Stenbolê qewimîn Qada Galatasarayê ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Kesên ku hatin çalakiyê li ser wan lêgerîn hat kirin.
 
Qada Galatasarayê qedexe kirin!
 
Tevlîbûna bi hezaran kesî ya çalakiya Dayikên Şemiyê nîşana wê yekê bû ku di hefteya 700’emîn de ev tevlêbûn wê hîn zêdetir bibe. Lê hikûmetê vê carê Qada Galatasarayê bi temamî qedexe kir. Nehişt ku dayik bikevin. Di êrîşa ku hat kirin de gelek kes hatin binçavkirin û der barê wan de doz hat vekirin. Qada Galatasarayê di sala 2018'an de ji aliyê Wezîrê Karên Navxweyî yê wê demê Suleyman Soylu ve hat qedexekirin.
 
Dest ji Galatasarayê û windayên xwe bernedan
 
Li dijî qedexekirina Qada Galatasarayê Dayikên Şemiyê, ji parêzvanên mafên mirovan û raya giştî re peyama "Em ê dest ji Qada Galatasarayê û winayên xwe bernedin." dan. Tevî hemû êrîş, îşkence û binçavkirinan jî her heft derketin Qada Galatasarayê.
 
Doz hat vekirin
 
Di doza ku li dijî qedexeya Dayikên Şemiyê ya Qada Galatasarayê hatibû vekirin de, Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) di Sibata 2023’an de biryar dabû ku mafê organîzekirina civîn û xwepêşandanan a di xala 34’an a Destûra Bingehîn de tê binpêkirin û bi gotina ‘’muameleya xerab nîne’’ de biryara xwe dabû. Lê li gel vê biryarê jî qedexe ji aliyê Qeymeqamtiya Beyoglûyê ve dewam kir û li Qada Galatasarayê jî dorpêç nehat rakirin û dayik di bin îşkenceyê de hatin binçavkirin.
 
Dozên ku der barê Dayikên Şemiyê de hatin vekirin bi beraetê û biryara binpêkirina mafan bi dawî bû. Hin ji van dozan bi vî awayî pêk hatin:
 
* Dayika Şemiyê Masîde Ocak êrîşa polîsan a di hefteya 700’emîn de (25’ê Tebaxa 2018’an) bir Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM). Dadgeha Destûra Bingehîn di Sibata 2023'an de îdiaya "muameleyên xerab" red kir, biryar da ku mafê organîzekirina civîn û xwepêşandanan a ku di xala 34'an a Destûra Bingehîn de hatiye tertîbkirin hatiye binpêkirin. Biryar hat dayîn ku 13 hezar û 500 TL zirara madî bide Masîde Ocak. Dadgeha Destûra Bingehîn der barê êrîşa polîsan a li dijî çalakiya mirovên Şemiyê ya hefteya 700’emîn de biryara binpêkirina mafên mirovan da. Dadgeha Destûra Bingehîn bi yekdengî biryar da ku di serîlêdana Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî de mafê organîzekirina civîn û xwepêşandanan hatiye binpêkirin û giliyê binpêkirina qedexeya li ser muameleya xerab nayê qebûlkirin. Dadgeha Destûra Bingehîn di biryara xwe ya 29'ê Adarê de biryar da ku mafê organîzekirina civîn û xwepêşandanan a ku di xala 34'an a Destûra Bingehîn de hatiye tertîpkirin hatiye binpêkirin.
 
* Komek parêzvanên mafên mirovan ku di nav wan de Mirovên Şemiyê jî hebûn, diyar kirin ku wê di 30’ê Tebaxa 2022’an de bi wesîleya Roja Windakirinan a Cîhanê li ber Goristana Yetîm-Dera Altinşehir a Kuçukçekmeceya Stenbolê daxuyaniyeke çapemeniyê bidin. Polîsan mudaxeleyî girseya li vir kom bûn kir. Mirovên Şemiyê Maside Ocak, Huseyîn Ocak, Alî Ocak, Besna Tosun, Hanim Tosun, Hasan Karakoç, Hanîfe Yildiz, Gulseren Yolerî, Huseyîn Aygul û Ferît Barut jî di nav de 14 kes hatin binçavkirin. Doza der barê kesên hatin binçavkirin de di 26'ê Gulana 2023'an de bi beraetê bi dawî bû.
 
* Di civîna hefteya 954'an a 8'ê Tîrmeha 2023'an de 31 xizmên windayan û parêzvanên mafan hatin binçavkirin û rastî îşkenceya polîsan hatin. Ji polêsan Alî Hîraciyê der barê bûyerên di vê çalakiyê de qewimîn gilî kir û îdia kir ku parêzerê xizmên windayan û parêzvanên mafan Murat Çelîk ew birîndar kirine. Li ser giliya polîsan Serdozgeriya Stenbolê der barê 31 kesan de lêpirsîn da destpêkirin û lêpirsîn di 19'ê Îlona 2023'an de bêyî dozgeriyê bi dawî bû.
 
* Doza derbarê Ali Ocak, Alî Tosun, Besna Tosun, Cüneyt Yılmaz, Hanife Yıldız, Hasan Karakoç, Hatice Korkmaz, Hünkar Hüdayı Yurtsever, İkbal Yarıcı, İrfan Bilgin, İsmail Yücel, Leman Yurtsever, Mişıkılık, Maside, des Şamiloğlu Danişîna duyemîn a doza ku li 39'emîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Stenbolê der barê Oya Merîç Eyûboglû, Saîme Sebla Arcan, Selvî Gulmez, Ûmûgulsûm Aylîn Tekîner de ji ber çalakiya hefteya 950'emîn dihat dîtin, taloqî 7'ê Hezîranê hat kirin.
 
* Doza der barê 46 kesên ku di hefteya 700'emîn a çalakiya dorpêçkirinê de bi hinceta "binpêkirina Qanûna Civîn û Xwepêşandanan" hat vekirin dewam dike.
 
Xelat dane Dayikên Şemiyê
 
* Di vê pêvajoyê de, Xelata Neteweyî ya Hirant Dînk ji bo "kes an saziyên ku ji bo cîhanek azadtir û dadperwertir û dûrî cudakarî, nijadperestî û şîdetê dixebitin, ji bo xatirê van îdealan rîskên takekesî digirin, qalibê dişkîn, zimanê aştiyê, îlham û hêviya berdewamkirina têkoşîna wan e di  di sala 2013'an de ji Dayikên Şemiyê/Mirovên şemiyê re hat dayîn.
 
* Komeleya Nivîskaran PEN'a Tirkiyeyê Xelata Duygu Asena ya 2019'an da Dayikên Şemiyê. 
 
* Di merasîma ku di 20'ê Çileya 2024'an de hat lidarxistin de 2'yemîn Xelata Mafên Mirovan û Azadiyê ya Weqfa Mafên Mirovan a Tahîr Elçî ji Dayikên Şemiyê/Morovên Şemiyê  re hat dayîn.
 
Piştî 5 sal û nîvan, bê êrîş, îşkence û binçavkirin
 
Dayik û parêzvanên mafên mirovan ên ku bi israr diçin Qada Galatasarayê, di 11'ê Mijdara 2023'an de  5 sal û nîvan bêyî êrîşê ketin qadê. Dema Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Dîlan Kunt Ayan êrîşa li ser Dayikên Şemiyê û qedexeya li Qada Galatasarayê anî Meclîsê, Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya got, "Tişta ku tê jiyîn mexdûriyet e. Em ê di demeke herî nêz de çareseriyekê bibînin."
 
Dema li windayên xwe digerin, ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane jî têkoşîna xwe didomînin.
 
Dayikên Şemiyê di berdewamiya çalakiya xwe de xwe ji bo hefteya 1000’emîn a çalakiya xwe amade dikin. Dayikên Şemiyê ku tevî binçavkirin, îşkence, girtin û cezakirinê dest ji lêgerîna windayên xwe bernedan, têkoşîna xwe ya 29 sal berê ku dabûn destpêkirin didomînin. Têkoşîna bi dehan dayikên ku di dema têkoşînê de jiyana xwe ji dest dane jî Dayikên Şemiyê yên mayî didomînin.
 
Sibe: Li ser şopa kesên jiyana xwe ji dest dane: Dayikên Şemiyê