
Ji Îzmîrê bang kirin: Wê civaka demokratîk bi rihê hepvar yê jinan bê avakirin
- 18:09 8 Adar 2025
- Rojane
ÎZMÎR - Bi pêşengiya Platforma Jinan a Îzmîrê mîtînga 8’ê Adarê pêk hat. Di mîtîngê de nameyên jinên li girtîgeha Jinan a Şakranê girtîne hatin xwendin. Her wiha di mîtîngê de hat diyarkirin ku avakirina jiyana azad a jinan hedef tê girtin û wê bi rihekî hevkar civaka demokratîk bê avakirin.
Bi pêşengiya Platforma Jinan a Îzmîrê 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li Qada Cumhuriyetê pêk hat. Jin li ber Somerbank a Kevn hatin gel hev û meşiyan. Meclîsa Jinan a Dem Partiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA) jî ji avahiya DEM Partiyê meşiyan qadê. Jinan bê navber dirûşmeyên ‘jin jiyan azadî’, ‘bijî têkoşîna jinan,’ ‘Em bêdeng namînin’ berzkirin û dovîzên ‘jin azad nebe civak azad nabe’ hatin hildan. Her wiha pankara ‘sala malbatê ya we têkoşîn ya me’ hatin vekirin. Dayikên Aştiyê û jinên Kurd bi cil û bergên xwe yên gelerî tevli mîtîngê bûn.
Nameyên girtiyan, namzeya hevşaredara Wanê Neslîhan Şedal ya qeyûm tayînê şûna wê hat kirin û hevşaredara Êlihê Gulîstan Sonuk ya qeyûm tayînê şûna wê hatibû kirin hatin xwendin. Metna çapemeniyê jî bi Kurdî Emîne Bozdag, ya Tirk û name jî Ezgî Çetîn û Ilgin Çerîbaş xwendin.
Di daxuyaniya ku hat xwendin de hat diyarkirin ku bi xurtkirina malbatê newekhevî tgê kûrkirin û jin girêdayê malbat û mêr tên kirin. Her wiha hat daxuyakirin ku îlankirina sala malbatê, jinan hepsê kevneşopiyê û binpêkirina kedê dike.
Her wiha di berdewamiyê de hat destnîşan kirin ku li gorî daneyên TUÎK’ê yên sala 2024’an jin di alî dîtina kar de zehmetiyan dikşînin û li gorî mêran kêmtir qezenca wan heye. di daxuyaniyê de hat gotin ku ji bo ILO bê pêkanîn divê jin zêdetir dengê xwe bilind bikin.
‘Jin li malên xwe hatin qetilkirin’
Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Di 2024’an de 394 jin hatin qetilkirin û 259 jî bi guman jiyan axw eji dest dan. Di bin navê malbatê de tundî li jinan tê rewakirin. J ibo 6284 bi bandor pêk bê em ê têkoşîna xwe bilind bikin û li her derê berxwedanê bihûnin. Di encama polîtîkayên desthilatdariyê de jin û zarok tên qetilkirin û binpêkirin. Ji bo jinan butçeyek nayê vqetandin. Destkeftiyên jinan bi hevkariya qeyûman ji holê tên rakirin. Em îdiaya xwe ya jiyana azad mezin dikin û li dijî polîtîkayên tundiyê têkoşîna xwe didomînin. Avakirina jiyana azad a jinan hedef tê girtin û wê bi rihekî hevkar civaka demokratîk bê avakirin.
Piştî daxuyaniyê nameya girtiyên jin yên li girtîgeha jinan a Şakranê girtîne hat xwendin. Di namaeyê de hat diyar kirin ku zîhniyeta serdest ya mêr rastiya jinan nikare tune bike û hat gotin ku tevî hemû polîtîkayên kolekirinê, jin berxwe didin. Di nameyê de bang li hemû jinan hat kirin ku li dijî binpêkirin, destdirêjî û dijhiqûqiyan bibin yek û xwe azad bikin.
Piştî vî nameyên hevşaredara Êlihê Gulîstan Sonuk û hevşaredara Wanê Neslîhan Şedal yên ku qeyûm tayînê şûna wan hatibûn kirin hatin xwendin.
Piştî vê dayika Aştiyê Medîne Kaymaz axivî û wê jî jib o hemû girtiyan daxwaza aştî û azadiyê kir. Piştî axaftinan Koma Jin û Koma Jinan a Molenî derketin ser dîkê. Jinan li ber stranan govend gerandin.