
Dayikên Aştiyê ji bo banga 'Sedsalê' meşiyan
- 16:01 8 Adar 2025
- Rojane
EDENE - TJA'yê beriya mîtînga 8'ê Adarê ya li Edeneyê meşek organîze kirin. Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê jî beşdarî meşê bûn.
Jin beriya mîtînga Tevgera Jinên Azad (TJA) ya ji bo 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li Qada Ûgûr Mumcu ya Edeneyê bê lidarxistin, meşiyan. Meclisa Dayikên Aştiyê ya Edeneyê ji bo balê bikşînin ser banga "Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weke kortej tevlî meşê bû.
Di meşê de ji bilî alên TJA'yê wêneyên Rojnameger Nagihan Akarsel a li Başûrê Kurdistanê hat qetilkirin û Jîna EmînÎ ya li Îranê hat qetilkirin hatin hilgirtin û dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Jin jiyan azadî" hatin berzkirin.