
Li bajarên Kurdistanê coşa 8'ê Adarê
- 15:00 8 Adar 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiyên k li gelek bajaran bi beşdariya bi sedan jinan hatin lidarxistin de, bal hat kişandin ser girîngiya têkoşîna jinê û "Ji berxwedêran re hezar silav" hatin şandin.
Di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li gelek bajaran meş, şahî, mîtîng û daxuyaniyên çapemeniyê hatin lidarxistin.
Sêrt
Li Sêrtê bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi tevlibûna gelek jinan şahî hat lidarxistin. Jinên ku bi kincên xwe yên neteweyî hatin qadê dîmenên rengîn derxistin holê, bê navber dirûşmên "Jin jiyan azadî" û "Bijî 8'ê Adarê" berz kirin.
Piştî ku Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) ya Sêrtê Rahşan Arslan, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Sêrtê Naze Bulga û Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş jin silav kirin, Parlamentera DEM Partiyê ya Sêrtê Sebahat Saritaş axaftinek kir. Sebahat Saritaş işaret bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo "Aştî û Civaka Demokratîk" kir û bal kişand ser girîngiya bangawaziyê.
Şahiya ku Dengbêj Halide tê de derket ser dikê, bi dirûşman bi dawî bû.
Riha
Platforma Jinan a Bajarê Rihayê ji Parka Novada heta Qada Topçu meşiyan. Parlamentera Riha ya DEM Partiyê Dîlan Kunt Ayan, Hevseroka Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Rihayê, hevşaredarên jin ên şaredariyên DEM Partiyê, aktîvîstên TJA'yê yên Riha û gelek jin 7 salî heta 70 salî beşdarî meşê bûn. Jin bi cilûbergên xwe yên neteweyî û rengîn beşdarî meşê bûn, pankartên "Bi israr serhildan û Azdî", "Dengê te zelal wê cîhanê şîyar bike", "Em ê bi têkoşîna xwe jiyanê azad bikin" û "Bijî hevgirtina jinan", "Ji qirkirina jinê re na" û "Peymana Stenbolê bikin meriyetê" hatin vekirin. Di tevahiya meşê de jinan bê navber dirûşmên "Jin jiyan azadî" û "Ji şer re na, aştî niha" qîriyan.
Meş li qada Topçu bi qîrîna dirûşmên "Jin jiyan azadî" bi dawî bû. Berdevka Demê ya Platformê Gul Fehîme Bînîcî di daxuyaniya çapemeniyê ya li qadê da axivî û bal kişand ser geşedanên dîrokî yên 8'ê Adarê û bal kişand ser girîngiya rojê.
Parlamentera DEM Partiyê ya Rihayê Dîlan Kunt Ayan jî diyar kir ku jinan her tim li qadan daxwaza mafên xwe kirine û got, "Em li hemberî yên ku keda jinan paşguh dikin serî hildidin. Riha bajarê şaristaniyan e. Gobeklîtepe xwedî dîrokeke 12 hezar salî ye. Li bajarekî wisa qedîm hê jî keda jinan nayê dîtin û herî zêde jin di şer de tên qetilkirin."banga Civaka Demokratîk hembêz bikin."
Dayika Aştiyê Emîne Sûer (85) ku tevî temenê xwe yê mezin û pirsgirêkên tenduristiyê beşdarî meşê bû jî got, "Em aştiyê dixwazin. Ne leşker ne jî gerîla bila nemirin. Bila êdî aştî bê."
Piştî daxuyaniyê jinan bi stranên Kurdî govend gerandin. Di bernameyê de mûmên bi nivîsa "Jin jiyan azadî" ji aliyê Şaredariya Pirsûsê ve li jinan hatin belavkirin.
Xarpet
8'ê Adarê li navçeya Dep ya Xarpêtê bi coş hat pîrozkirin. Hevseroka Komîsyona Gelan û Baweriyan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Yuksel Mutlu, rêveberên bajar û navçeyên Xarpêtê yên DEM Partiyê, Hevşaredara Depê Songul Duzgun û gelek jin beşdarî şahiya ku li salona dawetê ya taybet a li Dîlokê hat lidarxistin bûn. Li salona ku şahî lê hat lidarxistin pankartên "Em li dijî komkujiya jinan serî hildidin, em ji bo azadiyê dimeşin" û "Em neqediyan, em ê bi hev re tundiyê bisekinînin" hatin daliqandin û dirûşmên "Jin, jiyan, azadî" hatin qîrîn.
Şaredara Depê Songul Dûzgûn a ku di şahiyêm de axivî, diyar kir ku 8'ê Adarê ne tenê cejna jinan e û diyar kir ku azadî wê bi destê jinan pêk were. Songul Duzgun got, “Em li her derê, li kargeh, li qadan, li şaredariyan, li kolanan, li malan ji bo parastina nasnameya xwe, têkoşîna xwe didomînin. Em ê bi paradîgmaya xwe ya li dijî vê sîstemê û pergala baviksalarî jiyanê xweştir bikin. Em ê şer û xizaniyê ji holê rakin. Hûn jin wê aştî û biharê bînin. Ger jin azad bibe civak jî azad dibe. Heta jin mafên xwe negirin li vê dinyayê edalet pêk nayê. Em dizanin ku jin wê têkoşîna xwe mezin bikin û mafên xwe bi dest bixin, edalet û aştiyê bînin vî welatî. Bijî têkoşîna me ya jinan. Bijî hevgirtina jinên me. bîjî 8'ê Adar'ê."
Ji bo aştiyê em ê li qadan bin'
Hevseroka Komîsyona Gelan û Baweriyan a DEM Partiyê Yuksel Mutlu jî diyar kir ku jinan 8'ê Adarê ku piştî banga sedsalê hat, îsal bi coşeke cuda pîroz kirin. Yuksel Mutlu got, “Deriyê ku îro birêz Ocalan vekir, di rastiyê de têkoşîna me ya azadî û edaletê ye. Ev 8'ê Adarê wê deriyê azadî, edalet, wekhevî û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd veke. Bila êdî êşa me bi dawî bibe. Divê êdî ciwanên me jiyana xwe ji dest nedin. Vê erdnîgariyê jgelek êş kişandiye. Bi têkoşîna me wê birêz Ocalan azad bibe. Li kêleka me li Sûriyê Durzî û Elewî tên qetilkirin. Wêneyên pir tirsnak li ser medyaya dijîta xuya dibin. Di şer de serketî tune ye. Dawiya şer nayê. Ji bo vê jî weke jin heta ku em birêz Ocalan ji Îmraliyê bînin em ê zêdetir bixebitin û hewl bidin ku li vê erdnîgariyê aştî geş bibe û wekhevî pêk were."
Şahî bi stranên hunermend Derya Cengîz û koma Peyv Quartet bi govendên govendê bi dawî bû.
Elih
8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li Êlihê li Parka Jinê ya 8'ê Adarê bi tevlîbûna hezaran hate pîrozkirin. Di saetên serê sibehê de jin bi ala TJA, tilîlî û dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” daketin qadan. Li qadê pankartên "Li hemberê qirkirina jinê emê serî rakin emê azadiyê ava bikin", "Silav li xwediyê hêza teorîk û pratîk", "Rojava karê ramana azad û îradeya azad e", "Pergala we dê hilweşe, bexwedana me dê bi ser keve" û "Jin jiyan Azadî” hatin hilgirtin. Mîtînga ku tevlîbûneke xurt lê hat kirin, bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.
'Em ê avakirina civakê pêk bînin'
Li ser navê Komîteya Amadekar a 8’ê Adarê Hevseroka Rêxistina Elihê ya DEM Pasrtiyê Songul Korkmaz axivî û diyar kir ku jin pêşengiya pêvajoya aştiyê dikin û got, “Felsefeya Jin jiyan azadî pêşengiya cîhanê dike. Em ê bi hişmendiya vê felsefeyê di avakirina aştiyeke bi rûmet de tevbigerin. Berxwedana jinê li her qadê xwe nîşan dide. “Bêyî jin azad bibe civak azad nabe, em ê bi vê hişmendiyê civakê ava bikin.
Parlamentera DEM Partiyê Zeynep Oduncu jî diyar kir ku jin li her qadên jiyanê berxwedaneke mezin nîşan didin. Zeynep Oduncu bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, “Divê hikûmet bi dilgermî nêzî banga demokrasiyê û civaka azadîxwaz bibe. Jin dê ji bo avakirina vê aştiyê têbikoşin. Em aştî û demokrasiyê dixwazin. Em ê ji bo vê têbikoşin."
'Ji Îmraliyê re hezar silav'
Li ser navê Meclîsa Dayikên Aştiyê Meysare Akdag jî axivî û wiha got: “Em dayikên aştiyê ne, silav li kesên ku li gelek deverên cîhanê ji bo aştiya bi rûmet li ber xwe didin. Ez ji vir bi hezaran car silavan ji Îmraliyê re dişînim."
Aktîvîsta TJA'yê Salîha Ayata jî diyar kir ku jinên kurd tarîtî veguherandine ronahiyê û jin li dijî qirkirina jinan têkoşînê didomînin.
'Silav silav ji kesên li berxwe didin re'
Cîgira Seroka Koma DEM Partiyê Gulîstan Kiliç Koçyîgît jî diyar kir ku têkoşîna azadiya jinê têkoşîneke qedîm e. Gulîstan Kiliç Koçyîgît bal kişand ku jin ji bo nasname û azadiya xwe li ber xwe didin û got, “Bi pêşengiya jinan avakirina cîhaneke wekhev, azad û demokratîk pêkan e. Sîstema serdest a mêr bi êrîşa li ser nasname û keda jinê hewl dide xwe li ser lingan bihêle. Ji şerên ku li Rojhilata Navîn diqewimin herî zêde jin bi bandor dibin. Li Sûriyeyê Elewî di bin zilma HTŞ’ê de ne. Em vê zîhniyeta qetlîamker şermezar dikin. Divê Rojavaya ku şoreşa jinê lê pêk hat mînak bê girtin û jiyana hevpar bê avakirin. Li şûna ku ev mînak bê girtin jin û bawerî tên qetilkirin. Ji vê re dibêjin şoreş. Şoreşa Rojava bi pêşengiya jinan hate meşandin. Têgihiştina têkoşîna jinên Kurd a li ser felsefeya 'Jin, jiyan, azadî' ji hemû cîhanê re bûye mînak. Hezar silav ji kesên berxwedêr re."
Di mîtîngê de peyama 8’ê Adarê ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo jinan şandibû jî hate xwendin. Peyama bi kurdî ji aliyê aktîvîsta TJA'yê Fatma Ablay ve, ya tirkî jî ji aliyê Aktîvîsta TJA'yê Ruken Zeryam Işik ve hat xwendin.
Peyam bi deqeyan bi çepikan bi dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" hat qîrîn.
Mîtîng bi stranên hunermend Xecê bi dawî bû.
Agirî
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Şaxa Agiriyê bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê daxuyaniyek da çapemeniyê. Endamên ÎHD'ê û gelek kes tevlî daxuyaniya li Kolana Cumhuriyetê bûn. Di daxuyaniyê de jinên ku wêneyên jinên rastî tundiya mêr-dewletê hatin hilgirtin, dirûşma "Jin jiyan azadî" berz kirin.
'Em aştiyê dixwazin'
Rêvebera ÎHD'ê Rûken Înan di daxuyaniyê de axivî û bal kişand ser geşedanan û got, "Pêdiviya jinan bi aştiyê heye." Rûken Înan got, “Ji ber vê sedemê girîngiya pêvajoyê, tevî ku heta îro nehatiye dagirtin, jin dixwazin di 8’ê Adarê de daxwazên xwe yên aştiyê bi dengekî bilind bînin ziman. Em weke jin parêzvanên mafên mirovan, em bi dengekî bilind daxwaza aştiyê dikin."
Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.
Baroya Agirî: Em li cem jinan in
Komîsyona Mafê Jinan a Baroya Agirî jî li avahiya baroyê civîna çapemeniyê li dar xist. Parêzerên baroyê beşdarî civîna çapemeniyê bûn. Seroka Komîsyona Mafên Jinan a Baroya Agirî Sultan Gelturan di civîna çapemeniyê de axivî û got, “Ev roja ku sembola têkoşîna jinan a ji bo wekhevî, azadî û edaletê ye, her sal têkoşîna jinên cîhanê tîne bîra me. Lê mixabin êrîş, zext û tundiya li ser mafên jinan roj bi roj zêde dibin. Ji ber vê yekê 8'ê Adarê ne tenê roja bîranînê ye, di heman demê de roja berfirehkirina têkoşîna mafan, xurtkirina hevgirtinê û bilindkirina dengê xwe li dijî bêhiqûqiyê ye."
Colemêrg
Bi pêşengiya TJA'yê li navenda Colemêrgê li salona dawetê şahiyek hat lidarxistin. Gelek jin beşdarî şahiya ku Koma Aryen lê derket ser dikê bûn. Hevseroka DEM Pariyê ya Bajêr Humeyra Armut 8’ê Adarê pîroz kir. Humeyra Armut got, 8'ê Adarê roja berxwedanê ye, 8'ê Adarê roja têkoşînê ye, 8'ê Adarê roja bihevrebûna jinanê ye. Ji bo vê jî em ê dîroka xwe û berxwedana xwe biparêzin.
'Dayik dê vê pêvajoya aştiyê hîn zêdetir bi rûmet bikin'
Parlamentera Partiya DEM'ê ya Colemêrgê Oznur Bartîn bal kişand ser girîngiya 8'ê Adarê. Oznur Bartin anî ziman ku weke 8’ê Adarê û 21’ê Adarê rojên dîrokî derbas dikin û got, “Birêz Ocalan bi bangawaziyeke dîrokî îmze avêt. Piştî peyama dîrokî divê em jî bi hêztir xwe bi rêxistin bikin. "Jin û dayikên ku tu carî dest ji aştî û azadiyê bernedin, wê vê pêvajoya aştiyê hîn bêhtir bi rûmet bikin."
'Me têkoşîna xwe bilind û gerdûnî kir'
Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal, roja hemû jinên berxwedêr û têkoşer pîroz kir, anî ziman ku ew kesên di têkoşîna jin û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin. “Hezar car roja Sakîne Cansiz, Sêvê Demir û Cîhan Bilgin pîroz be. Bi sedan hevalên me ji ber têkoşîna azadiyê di girtîgehê de ne, em jî roja wan pîroz dikin. Roja Leyla Guven, Ayşe Gokkan û gelek kesên din pîroz be. Weke jin divê em pêvajoya van rojên dîrokî baş bixwînin. Aştiya birûmet êdî li ber çavan e û weke jin me ji bo aştiyê têkoşîneke cidî meşand. Me carnan weke Dayikên Şemiyê, carnan weke Dayikên Aştiyê, carnan jî weke TJA'yê li qadan şer kir. Tevî zîhniyeta serdest a mêr, me têkoşîna xwe bi felsefeya ‘Jin, jiyan, azadî’ bilind û gerdûnî kir."
Piştî axaftinan peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 8'ê Adarê hat xwendin. Piştî peyam hat xwendin jinan bi stranên Koma Aryen govend gerandin.