Şahiya 8'ê Adarê ya li Dîlokê

  • 14:17 8 Adar 2025
  • Rojane
 
DÎLOK - Platforma Jinên Demokratîk a Dîlokê di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de şahiyek li dar xist.
 
Platforma Jinên Demokratîk a Dîlokê li Dîlokê festîvalek li dar xist. Tevî jinên platformê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Parlamentera Partiya Kedê (EMEP) Dîlokê Sevda Karaca, Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Meclîsa Jinê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Dîlokê, Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Dîlokê, gelek jin beşdarî mîhrîcana ku li Parka Kirkayak a navçeya Mezmaxor a navendê hat lidarxistin bûn.
 
Li qadê pankarta "Em ê ti carî dest ji têkoşîna li dijî her cure tundî û zilmê bernedin" hat daliqandin.
 
Jinan bi pûşiyên rengîn ên zer, sor, kesk, bandankên binefşî û cil û bergên xwe yên neteweyî cihê xwe li qadê girtin. Jinan li vir gelek caran dirûşmeyên "Jin jiyan azadî" berz kirin.
 
Kadınlar aileye hapsediliyor
 
Açıklamada Antep Demokratik Kadın Platformu adına konuşan Gülfidan Canpolat, wiha got:"Li Sûriye, Rojava, Filistîn, Afganîstan û Îranê jin li dijî polîtîkayên mêtingeriyê yên dewletan, mîlîtarîzm û pergala baviksalarî têdikoşin."
 
Parlamentera EMEP'ê ya Dîlokê Sevda Karaca jî axivî û diyar kir ku jin li gelek qadan dibin hedefa tundî, komkujî û newekheviyê. Sevda Karaca got, "Em li vir in, em dizanin ku rojên pêş wê bi têkoşînê hebin. Ji têkoşîna xwe wêdetir tiştekî ku em pê bawer bin nîne."
 
Şahî bi govend û dirûşmeyan bi dawî bû.