Ji Kadikoyê gotin 'Em ji bo aştî û demokrasiyê dengê xwe bilind dikin'

  • 13:11 8 Adar 2025
  • Rojane
STENBOL - Jinan di "Hevdîtina Jinan a Mezin" a li Kadikoyê de bertek nîşanî "Sala Malbatê" ya ku hikûmetê  dan û gotin ew ê salê bikin sala têkoşînê û ji bo têkoşîna aştiya Rojhilata Navîn û demokrasiyê ya li Tirkiyeyê wê dengê xwe bilind bikin.
 
Jinên ku li Stenbolê di pêşengiya Platforma Jinan a 8'ê Adarê de bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê hatin cem hev, li Qada Îskeleyê ya Kadikoyê bi dirûşma "Bi hev re ber bi têkoşînê ve",  "Hevdîtina Jinan a Mezin" li dar xistin. Beriya civînê jinan kortejek ava kirin û heta qadê meşiyan.
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Meclîsa Jinê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li ber avahiya Rêxistina Navçeya DEM Partiyê ya li Kolana Halîtaga kom bûn. Jinên ku bi cil û bergên neteweyî beşdarî çalakiyê bûn pankartên "Jin jiyan azadî",  "Bijî têkoşînê jinan", "Em ê van rojên reş bi jinan re ronî bikin"  vekirin. 
 
Bi sloganan serhildan vegot
 
Bi sedan jinên ku ji herêmên cuda yên Kadikoyê ber bi qadê ve meşiyan li qadê hatin cem hev. Bi tilîlî û govendê coşa xwe li qadan nîşan da. Em gelek caran dibihîzin “Jin jiyan azadî; Di meşê de dirûşmên "Sara, Rojbîn, Ronahî" û "Bijî têkoşîna jinan" hatin qîrîn. Stranên Kurdî yên bi Erbaneyan hatin gotin coşa çalakiyê zêde bû. Di çalakiyê de wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li Parîsê hatin qetilkirin û Denîz Poyraz a li Îzmîrê hat qetilkirin hatin hilgirtin.
 
Dayika Aştiyê Rewşan Duner di çalakiyê de axivî û got, “Em li hemberî jinên ku ev roj ji me re hiştine, serî ditewînin. Ez 8’ê Adarê li hemû dayîk û jinên şoreşger pîroz dikim. 8'ê Adara 2025'an pir girîng e. Rêberê Gelê Kurd banga aştî û civaka demokratîk kir. Em weke jin heta dawiyê li pişt vê bangê ne."
 
'Em jin ne tenê malbat in'
 
Piştre jî xwişka Muhterem Pets a ku hat qetilkirin Çîgdem Kuzey axaftinek kir. Çîgdem Kuzey got, “Zorê nedin malbatê, em jin ne tenê malbat in. Em ê bêdeng nemînin. Ev welat ber bi tariyê ve neçe, bila dawiya me tarî nebe. 8'ê Adarê pîroz be."
 
Çalakî bi gerandina govendê û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.