Di hezaza li Etîyopyayê de herî kêm 146 kes mirin

  • 14:52 23 Tîrmeh 2024
  • Cîhan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li herêmeke Eyaleta Herêmî ya Başûrê Etîyopyayê, roja duşemê piştî baranê hezaz çêbû û herî kêm 146 kes jiyana xwe ji dest dan.
 
Midûrê têkîliyên bi Gel re ya Herêma Îdarî ya Gofayê, Habtamu Fetena daxuyanî da û got: “96 mêr û 50 jin di nav de, bi giştî 146 cenaze hatin dîtin û xebatên lêgerînên hîna dewam dikin. Dibe ku hejmara miriyan, zêdetir bibe.”