 
				Li Çînê bager rabû: 5 kesî jiyana xwe ji dest dan
- 13:14 7 Tîrmeh 2024
- Cîhan
	NAVENDA NÛÇEYAN - Li Çînê ji ber bagerê 5 kesan jiyana xwe ji dest dan û 88 kes jî birîndar bûn. 
	Li bajarê Heze yê Eyaleta Şandongê ya Çînê bager rabû. Ji ber bagerê 5 kesan jiyana xwe ji dest dan û 88 kes jî birîndar bûn. Hat zanîn ku di bagerê de zirar gihişt zêdetirî 2 hezar malan û 60 hezar hektarên erdê çandiniyê. Li bajar xisar gihişt gelek rê, xetên avê û ceyranê. 

 
				 
				 
				 
				 
				





