Bernameya meha mijdarê ya Şanoya Bajarê Amedê hat diyarkirin
- 09:07 27 Cotmeh 2017
- Çand û Huner
Rojda Aydin
AMED - Şanoya Bajar a Amedê bernameya xwe ya meha mijdarê diyar kir. Şanoya bajar wê di meha mijdarê de 3 lîstikan pêşkêş bike. Di çarçoveya bernameya meha mijdarê ya şanoyê de wê li salona şanoyê pêşangeha girtiyekî û herwiha wê derhineke jin a Îtalyayî ku bê Amedê re jî atolye bê lidarxistin.
Şanoya Bajar a Amedê ku her meh bernameya xwe amade dike vê mehê jî bernameya xwe ya meha mijdarê diyar kir. Li gorî bernameyê wê ji 3’yê mijdarê hetanê 30’yê mijdarê pêşangeha yekemîn a hûnermendê serbixwe Murat Satici li Salona Şanoya Bajar a Amedê bê vikirin. Di bernameya meha mijdarê de wê 3 lîstikên şanoyê û ji Îtalyayê derhênereke jina ku bê re atolye wê bê lidarxistin.
Di lîstika bi navê 'Wê Hesap Neyê Dayîn(Odenmeyecek, Odemiyoruz)' di sala 1974’an de ku ji aliye Darîo Fo ve hatiye nivîsandin û derhêneriya wê Ruknettîn Gun dike wê bê pêşandan. Mijara lîstika ku wê bê pêşandan zor û zehmetiyên karkeran ku li bajarê Îtalyayê dijîn e. Di 3'yê mijdarê de wê promiyera lîstikê bê peşkeşkirin. Piştî promiyerê lîstik wê di nava meha mijdrê de her roja în û şemiyê lîstik bê pêşandan.
Lîstika duyem jî 'Sê Ezezok' a ku ji aliye Ozer Tunca ve hatiye nivîsandin û derhêneriya wê jî Ruknettîn Gun kiriye wê bê pêşandan. Mijara lîstikê 3 sûtalên ku dema li rawestgehê li benda otobêsê ne ye. Her wiha di lîstikê de zimanê bedenê hatiye bikaranîn. Lîstik wê meha mijdarê her roja yekşemê derkeve pêşberî temaşevanan.
Lîstika sêyem jî lîstika bi navê 'Trom' ku seyar tê pêşandan e. Lîstikvanê lîstikê wê ji Stenbolê bê û li Amedê lîsta xwe bide pêşandan. Listika ku derhineriya wê Senem Donatan û nivîskarê wê H. Emre Unal e ji aliyê yek kesî ve tê lîstin. Lîstik wê di navber a 23 û 24’ê mijdarê de derbikeve pêşberî temaşevanên xwe. Mijara lîstikê, lîstikvanê ku hunera xwe bi kar tîne û hewl dide ku xwna xwe di binê maseyê de ji temaşevanan re vebêje ye.
Lîstika ‘Wê Hesap Neyê Dayîn’ cara yekem wê li Stenbolê bê pêşandan
Rêvebira Şanoya Amedê û lîstikvan Elvan Koçer anî ziman ku ji Îtalyayê derhênereke jin wê bê û ji bo 10 rojan wê bi hev re atolyeyekê li dar bixin û piştî atolyeyê lîstika ku amade kirine wê pêşkêş bikin. Elvan wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di 25 û 29’ê Cotmehê de em ê bi sê lîstikên “Dawiya Dawî, Qirix û lîstika Wê Hesap Neyê Dayîn” tevlî 3'emîm Rojên Çand û Hûnera Kurdî ya Stenbolê bibin û li wir bi lîstikên xwe derkevin pêşberî temaşevanan. Her wiha lîstika ‘Wê Hesap Neyê Dayîn’ carayekem wê li Stenbolê bê pêşandan.”
Bernameya Meha Mijdarê ya Şanoya Amedê wiha ye:
3-30’yê Mijdarê Vekirin
Pêşangeh: Bêsînor/Murat Satici(pêşangeha yekemîn a hûnermenda kesane)
Saet: 18.00
Cih: Şanoya Bajar a Amedê
3’yê Mijdarê 4’ê Mijdarê
Wê Hesap Neyê Dayîn (Promiyer) Wê Hesap Neyê Dayîn
Saet: 19.00 Saet: 19.00
Cih: Şanoya Bajar a Amedê Cî: Şanoya Bajar a Amedê
5’ê Mijdarê 10’ê Mijdarê
Sê Ezezok (Lîstika Zarokan) Wê Hesap Neyê Dayîn
Saet: 12.00 Saet: 19.00
Cih:Şanoya Bajar a Amedê Cih: Şanoya Bajar a Amedê
11’ê Mijdarê 12’ê Mijdarê
Wê Hesap Neyê Dayîn Sê Ezezok (Lîstika Zarokan)
Saet: 19.00 Saet: 12.00
Cih: Şanoya Bajar a Amedê Cih:Şanoya Bajar a Amedê
17’ê Mijdarê 18’ê Mijdarê
Wê Hesap Neyê Dayîn Wê Hesap Neyê Dayîn
Saet: 19.00 Saet: 19.00
Cih: Şanoya Bajar a Amedê Cih: Şanoya Bajar a Amedê
19’ê Mijdarê 23’yê Mijdarê
Sê Ezezok (Lîstika Zarokan) “Trom” (Seyyar Sahne)
Saet: 12.00 Saet: 19.00
Cih:Şanoya Bajar a Amedê Cih: Şanoya Bajar a Amedê
24’ê Mijdarê 25’ê Mijdarê
“Trom” (Seyyar Sahne) Wê Hesap Neyê Dayîn
Saet: 19.00 Saet: 19.00
Cih: Şanoya Bajar a Amedê Cih: Şanoya Bajar a Amedê
26’ê Mijdarê
Sê Ezezok (Lîstika Zarokan)
Saet: 12.00
Cih:Şanoya Bajar a Amedê