'Divê kurd malên xwe bikin dibistana ziman'

  • 14:40 19 Gulan 2024
  • Çand û Huner
 
WAN - Di 1'emîn Sempozyûma Zimanê Kurdî de Endama Komeleya Ronahî Nivîskar Xaylaza Reşîd axivî û diyar kir ku divê Kurd malên xwe bikin dibistanên ziman û banga parastina ziman kir.
 
1'emîn Sempozyûma Zimanê Kurdî ya ku ji aliyê Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) Şaxa Wanê ve tê organîzekirin di roja xwe ya duyemîn de berdewam dike. Nivîskar Kenan Söylemez moderatoriya rûniştina yekemîn a roja duyemîn a bi sernavê "Di perwerdehiya zimanê zikmakî de fersend û pirsgirêkên sereke" kir û ji kurdên Kafkasyayê  nivîskar û endama Komeleya Ronahî Xaylaza Reşîd, Şivan Erîsî yê ku li başûrê Kurdistanê li ser ziman lêkolînê dike û lêkolînerê ziman û Endamê Egitîm Senê ahmet yaşar jî wekî axaftvan tevli sepozyûmê bûn. 
 
'Em malên xwe bikin dibistanên zimanê kurdî'
 
Xaylaza Reşîd, polîtîkayên asîmîlasyonê yên li ser zimanê Kurdên li Kafkasyayê tên meşandin nirxand û got, eger zimanê dayikê ji nifşên paşerojê re neyê ragihandin, wê ziman ji holê rabe. Xaylaza got, “Em careke din 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz dikin. Em dizanin ku bav û kalên me li Kafkasyayê bûne û nêzî 3 sedsal in li wir dijîn. Xeyalên bav û kalên me yên li Kafkasyayê parastina mafên mirovan û zimanê wan bû. Kurdên li Kafkasyayê dijîn, ji bo pêşketina kurdî kedeke mezin dane.  Di dema Sovyeta berê de 25 nivîskar û helbestvanên kurd derketine holê. Kesên girîng ên wek Erebê Şemo û Heciyê Cindî hatin perwerdekirin. Berhemên van nivîskaran hîn di malên me de ne û ji bo zimanê kurdî çavkaniya herî xurt in. Piştî hilweşîna Sovyetê mixabin ev nivîskar û helbestvan neçar man koç bikin û hatin sirgûnkirin. Îro li Kafkasyayê jî wek her derê tê xwestin ku kurd bên asîmîlekirin. Yên ku herî zêde ji vê asîmîlasyonê bandor bûne Kurdên li Azerbaycanê dijîn e. Li Ermenîstanê jî rewş li ber çava ye. Îro li Ermenîstanê di dibistanekê de kurdî tê xwendin û ji vê dibistanê  nivîskarên wek Wezîrê Eşo û Reşîdê Mîrze derketine. Li Gurcistanê, li Azerbaycan û Ermenîstanê jî polîtîkayên asîmîlasyonê tên meşandin. Divê em bang li hemû Kurdan bikin û hişyar bikin. Malên xwe bikin dibistanên zimanê kurdî. Dema zarokên me hînî zimanê xwe nebin, em xwe bi destên xwe tine dikin. Ziman dê, rê û ling e. Divê her kes tevli xebatên belavkirina zimanê kurdî bibe."
 
'Divê em Kurdî biparêzin'
 
Lêkolînerê zimanê Kurdî Şiwan Ertîsî jî  sîstema perwerdeya Kurdî ya li Başûrê Kurdistanê nirxand û diyar kir ku li her çar parçeyên Kurdistanê polîtîkaya asîmîlasyonê ya li ser Kurdî tê meşandin. Şiwan got, “Li Herêma Kurdistana Federe bi du zaravayan tê axaftin. Ev zaravayên Badînî û Soranî yên Kurdî ne. Di rêziknameya pergala perwerdehiyê de her kes bi zimanê xwe perwerde dibe. Perwerdeya zimanê Îngilîzî jî tê dayîn. Çawa ku Kurd li Bakurê Kurdistanê li dijî Tirkî zarokên xwe hînî Kurdî dikin, dê û bavên Kurd li Başûrê Kurdistanê jî li dijî Îngilîzî zarokên xwe hînî Kurdî dikin. Di demên kevnare de li başûrê Kurdistanê kurdan dema ku rojane bi kurdî diaxivîn di hin hevokên xwe de peyvên erebî bi kar dianîn. Vê yekê feraseta mirovekî pir zana diafirand. Lê bi demê re fêm kirin ku ev fikreke şaş e û ev helwest hat terikandin. Divê kurdî li çar parçeyên Kurdistanê bi giştî bê parastin. Ev rewş ne tenê pirsgirêkek girêdayî herêmekê ye."
 
'Mafê me yê bingehîn e'
 
Ahmet Yaşar jî bal kişand ser polîtîkayên asîmîlasyonê yên li ser kurdî û bal kişand ser dersa kurdî ya bijarte ku li dibistanan tê dayîn. Ahmet got, “Di sala 2009’an de derbarê kurdî de biryarek hat dayîn û li zanîngehan beşa zimanên dijîn qada perwerdehiya kurdî hat vekirin. Piştî vê ev beş li zanîngehên li Çewlikê, Mûşê û Mêrdînê hatin vekirin. Piştî ku ev beş hat vekirin eleqe û bala gelek nivîskar, lêkolîner û akademîsyenan kişand ser xwe. Lê mixabin di vê demê de îsal tenê 10 mamostayên kurdî hatine tayînkirin. Zimanê kurdan sed sal in tê înkarkirin. Bi Reforma Şark Islahatê re bi hezaran polîtîkayên ji holê rakirina zimanê Kurdî hatin meşandin û ev polîtîka berdewam dikin. Di sala 2013’an de ji aliyê Wezareta Perwerdehiya Milî ve biryar hat dayîn ku di bin navê zimanên dijîn  de derseke bijarte bê dayîn. Ger dewlet bixwaze dikare perwerdeya zimanê kurdî ya îro li dibistanan tê dayîn ji holê rake. Ji ber ku ev biryar nehatiye qanûnîkirin. Dê û bav jî nizanin ku îro li dibistanan dersên kurdî yên bijarte tên dayîn. Ji ber ku di kaxeza hilbijartina dersa bijarte ya ku li dibistanê ji xwendekar re tê dayîn de, kurdî nayê nivîsandin lê zimanên dijîn wek dersên hilbijartî têne nivîsandin. Ji ber vê yekê, dê û bav jî bi pirsanî pir vê rewşê nizanin. Divê gelê me her tim li dibistanan dersa kurdî ya bijarte hilbijêre. Ev ne xêr e, mafê me yê bingehîn e. "