Li Amedê ji bo meşa 25’ê Mijdarê belavok hatin belavkirin
- 18:19 24 Kasım 2026
- Rojane
AMED- Li Amedê ji bo meşa ku wê sibê di çarçoveya 25’ê Mijdarê de saet di 17.30’an de ji Kawşaxa Dunya destpê dike, belavok hatin belavkirin.
Li Amedê di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî bi dirûşmeya ‘Bi hêza xweser û îradeya azad’ saet di 17.30’an de li Kawşaxa Dunya meş pêk tê. Di vê çarçoveyê de li Dortyol a Rezan a Amedê belavok hatin belavkirin.
Endamên mecl3isa şaredariyê, rêvberiya DEM Partî ya Rezan, meclîsa jinan a DEM Partî, Midûriyeta Polîtîkayên Jİnan tevli xebatê bûn û jin vexwendiyê meşa ku wê ji Kawşaxa Dunya destpê bike, kirin.









