Mîrateya çanda hezaran salî: Sûr
- 09:03 1 Aralık 2025
- Rojane
Şehrîban Aslan
AMED - Li navçeya Sûr a Amedê ku bi sedsalane gel jiyana hevpar lê dijîn, dîrok û nasnameya civakî heta îro anîne.
Sûr ku bîra dîrokî ya Amedê ye, bi sedsalane gel jiyana hevpar lê dimeşînin û pirçandî, jiyana komunal diparêze. Tevî vê her tim bûye hedefa dewletê. Bi stratejiyên înkar û îmhayê ku hat xwestin Sûr bê parçekirin, gelê Sûrê dest ji îradeya jiyana hevpar a hezaran salî bernade. Li navçeya ku ‘Plana têkbirinê’ pêk hat, gel dibêje ‘Em kevirê xwe jî bi tiştekî naguherin’ û kevneşopiya berxwedan û bîra civakî diparêzin.
Li Sûrê gelên qedîm ên Mezopotamyayê dijîn, ji çand û baweriyên cuda gel bi salan e ligel hev dijîn. Kurd, Ermenî, Suryanî, Keldanî, Asurî û Misilman di heman kolanan de li ser heman sifreyan jiyanek hevpar a demokratîk nîşan dan.
Çanda Hewşê
Di xaniyên bi hewş de ji nasnameyên cuda malbat dihatin gel hev û sifreya hev parve dikin. Keşîş û mele li heman taxê bi hev re dihatin gel hev û piştevaniya civakî bi feraseta jiyaneke komun di nava hev de dijiyan. Ev yek ji taybetiya herî mezin a nasnameya dîrokî ya Sûrê bû. Li Sûrê kolanên, mal û kargeriyên dîrokî bala mirovan dikşînin. Her kevirek her dîwarek dîroka Sûrê ya hezaran salî nîşan dide.
‘Em ê vê nifş bi nifş ragihînin’
Li her taxa Sûrê mînaka têkiliyeke cîrantiyê ya xweser û komunê heye. Jinên li ber deriyên xwe rûniştine di sohbetên xwe de mînakên vê didin xuyakirin. Jinên li ber deriyan rûniştine bi kêfxweşiyek mezin me pêşwazî dikin û dibêjin: “Hûn Kurdî dizanin, hûn ji ku derê ne, em wek berê kesên Kurdî diaxivin nabînin.” Em Sûra kevn û ya nû ji jinan dipirsin. Jin dibêjin: “Berê saet çi dibû bila bibûya zarokên me li kolanê digeriyan. Lê di salên dawî de em ditirsin derkevin derve. Lê tevî hemû tiştî em piştevanî û berxwedanê didomînin. Ez yek kevirekî Sûrê bi tiştekî naguherim. Em ê têkiliyên cîrantiyê nifş bi nifş ragihînin.”
Piştperdeya hedefgirtina Sûrê
Sûr heta salên 980’ê navenda bajar a hemû nasnameyên Amedê dihewand ava dikir. Lê bi geşedanên siyasî re di nava demê de ket bin zextê. Bi valakirina gundan re pêvajoyên guherîna demografîk hatin jiyîn û serjimara Sûrê û mîmariya kevneşopî bi bandor bû.
Texrîbatên giran hatin jiyîn
Berxwedana civakî ya ji bo parastina pir zimanî, pir bawerî û çandî dem bi dem bû hedefa alozî û pevçûnan. Bi taybet bi demên rêveberiyên xweser de bi pevçûnên hatin jiyîn de dîroka Sûrê bi awayekî giran texrîb bû. Gelek tax ji nûve hatin çêkirin û ev di bîra civakî ya herêmê de nokteya şikestineke girîng hat jiyîn.
Çima evqas girîng bû?
Ne tenê jiyana gelên cuda ya ligel hev, ev jiyana di çarçoveya diyalog û rêzdariyê de dihat meşandin bibû pratîka çandî. Dizî û pevçûnên şexsî pir kêm bûn. Mekanîzmayên aştî û diyalogê xurt bûn. Piştevanî pir mezin bû. Vê rewşê Sûr ne tenê wek navçeyek wek modelek herêmî ya civaka demokratîk jî nîşan dida.
Piştgiriya wê ya ji bo îro
Mîrateya çandî ya Sûrê bîra jiyana civaka pirçandî dihewîne. Tevî texrîbatên li herêmê Sûr nokteya referanseke girîng a der barê pêşeroja herêmê de didomîne. Sûr yek ji mînakên girîng ya xwedî curebûna civakî ye. Sûr ku ji pevçûnan bi awayekî neyînî bi bandor bû, di pêvajoyên rêveberiyên xweser de bi hilweşînên giran re hat rû hev.
Sibehê: Êrîş, hilweşîn û berxwedanên rêveberiyên xweser







