Li Tarsûsê li dijî tiryakiyê meş hat lidarxistin
- 12:04 19 Cotmeh 2026
- Rojane
MERSÎN - Di meşa ku li dijî tiryakiyê li Tarsûsê hat lidarxistin de, peyama “Baronên ku tiryakê difiroşin heta ku taxa me neterikînin, em ê li kolanên xwe têbikoşin û li gel gelê xwe bin” hate dayîn.
Li navçeya Tarsûsê ya Mersînê ciwanan, bi armanca balê bikşînin ser bikaranîna tiryakê û tiryakkêşiyê yên ku di van salên dawî de zêde bûne, li Taxa Şahîn meşek li dar xist. Meşa ku li ber rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Geşan (DEM Partî) a Tarsûsê dest pê kir, gelek nûner û endamên rêxistinên civakî tevlê bûn. Di meşê de pankartên “Xwedî li taxa xwe derkeve. Xwedî li ciwanên xwe derkeve. Xwedî li paşeroja xwe derkeve. Ji tiryakê re na” hatin hilgirtin. Ciwanan di meşê de dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Şahîn ranezê, xwedî li rûmeta xwe derkeve”, “Şahîn ranezê, xwedî li taxa xwe derkeve”, “Em jiyaneke bi jehr naxwazin” û “Jin, jiyan, azadî” berz kirin. Piştî meşê daxuyaniyek hate dayîn.
Hevserokê DEM Partiyê yê Tarsûsê Kadrî Ezer bal kişand ser zêdebûna tiryakê û fuhûşê û got: “Ji vê saetê pê ve em ê rê nedin van hişmendiyan. Destên xwe yên qirêj ji ser ciwanên Kurd vekşînin.”
Parlamenterê DEM Partiyê yê Mersînê Alî Bozan jî destnîşan kir ku metirsiya herî mezin a ku gefê li paşeroja 86 milyon welatiyên ku li vî welatî dijîn dixwe, fuhûş, çetetî û tiryak e û wiha axivî: “Em ê paşeroja ciwanên xwe ji saziyên siyasî an jî ji însafa AKP’ê re nehêlin. Em ê xwedî li ciwan û zarokên xwe derkevin. Li dijî tiryak, çettî û fuhûşê tevî desthilat û muxalefet divê em têbikoşin. Baronên ku tiryakê difiroşin heta ku taxa me neterikînin, em ê li kolanên xwe têbikoşin û li gel gelê xwe bin.”







