Hestên herî bedew ên nayên ziman: Ez bi biryara wê serbilind im

  • 09:03 19 Cotmeh 2026
  • Portre
Nazlican Nujîn Yildiz
 
COLEMÊRG - Dayika Rojîn Gever a di 2013’yan de tevli têkoşîna azadiyê bû, Zozan Gurbuz diyar kir ku ew bi biryara keça xwe û têkoşîna daye serbilind e û wiha got: “Min tu carê negot ‘çima çû’.”
 
Rojîn Gever digot ‘Ji çiyan veqetîn zehmet e.’ Di vîdeoya hatiye kişandin de diyar dike ku ew ji jiyana li çiyan hez dike û van hestên xwe nikare bîne ziman. Her wiha digot: “Min ji bo rakirina çeka hevalên xwe yên şehîd soz daye. Ez ê vê soza xwe bînim cih.”
 
Rojîn Gever (Guler Gurbuz) li navçeya Gever a Colemêrgê tê dinê. Rojîn Gever di temenê biçûk de pisgirêkên li dijî gel dibîne, berê xwe dide têkoşîna azadiyê û bi taybet ji têkoşîna Gulnaz Karataş (Bêrîtan) bi bandor dibe û di 2013’yan de tevli PKK’ê dibe. Rojîn Gever di Mijdara 2019’an de li herêma Heftanînê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dide.
 
Dayika Rojîn Gever, Zozan Gurbuz diyar kir ku ew bi têkoşîna keça xwe serbilind e û got ên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane ji bo gel û zimanê xwe têkoşîn dane.
 
‘Ez serbilind im; ji bo ax, ziman û gelê xwe çû’
 
Zozan Gurbuz diyar kir ku keça wê di 2013’an de tevli PKK’ê bûye û wiha got: “Têkiliya wê ya bi malbat û civakê re pir xweş bû. Xwedî exlaqekî baş bû. Ez bi têkoşîn û biryara wê serbilind im. Min tu carê negot ‘çima çû’. Bavê wê pir dixwest wê bibîne lê bêyî agahiya wê bigire jiyana xwe ji dest da. 7 salan li nava gerîla ma. Armanca tevlibûna wê em bûn. Ji bo ax, ziman û gelê xwe çû. Ew ji bo gel, ax û xwe çûn. Ez her tim bi wan serbilind im. Ez bi têkoşîna wê serbilind im. Ez ê her tim têkoşîna wê bidomînin. Bila serê gelê me serokê me sax be.”
 
 
‘Di bîranînan de xwedîderketinek mezin derket holê’
 
Zozan Gurbuz destnîşan kir ku di bîranînên ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane xwedîderketinek mezin derketiye holê û bîranîn ne tenê ya malbata ya hemû gelê Kurd bû. Zozan Gurbuz wiha got: “Hêviya me ev e ku ji bo xatirê vê têkoşîna zarokên me û rondikên hatine barîn ev pêvajo erênî encam bibe. Hêviya me ev e ku deriyên girtîgehan bên vekirin. Em naxwazin tu dayik êşê bikşînin. Tu kes bila rondikan nebarîne. Em dixwazin serokê me û girtî bên berdan. Em şer naxwazin. Divê her kes destê xwe bike bin kevir. Divê ev pêvajo nîvco nemîne. Li her çar alî Kurdistanê aştî pêk bê.”