Malbat ji Girava Îmraliyê vegeriyan

  • 16:35 9 Cotmeh 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN -  Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ragihand ku malbata Abdullah Ocalan, Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar, Ergîn Atabet, Mahmût Yamalak û Zekî Bayhan li Îmraliyê hevdîtin pêk anîn. Malbat ji Girava Îmraliylê vegeriyan.
 
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê derbarê hevdîtina malbatan a li Girtîgeha Girava Îmraliyê de daxuyanî da. Buroya Hiqûqê ragihand ku îro Malbata Abdullah Ocalan, Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar, Ergîn Atabet, Mahmût Yamalak û Zekî Bayhan li Girava Îmraliyê hevdîtin pêk anîne. Buroya Hiqûqê da zanîn ku ji malbata Abdullah Ocalan; Havva Elçîn, Omer Ocalan û Haci Aydin Ocalan di hevdîtinê de cih girtin e.
 
Her wiha malbat ji Girava Îmraliyê vegeriyan.