Şanoya Şaredariya Amedê bi lîstika ‘Moraşînê’ dest bi serdema nû kir
- 11:32 3 Cotmeh 2026
- Çand û Huner
AMED - Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi lîstika “Moraşînê” dest bi serdema nû kir. Lîstika ku nêzî 50 lîstikvan û reqsvanan tê de cîh girt hate lîstin û ji aliyê temaşevanan ve eleqeyeke mezin dît.
Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBŞT), bi lîstika “Moraşînê” dest bi serdema nû kir. Lîstika ku li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê hate nîşandan, gelek hezkiriyên şanoyê anî cem hev.
‘Moraşîn’ a ku ji aliyê Qutbedîn Sadiqî (Ghotbedin Sadeghi) ve hatiye nivîsandin û derhêneriya wê hatiye kirin, bi sêwirana sehneyê, muzîk û vegotina xwe ya li ser bingeha rîtûelan bal kişand ser xwe. Temaşevanan ji bo performansên lîstikvan û reqasvanan di tevahiya nîşandanê de li çepikan dan.
Piştî lîstikê Seroka Daîreya Çand Huner û Karên Civakî Zeynep Yaş derket sehneyê, li vir axaftineke kurt kir û bal kişand ser girîngiya jiyandina çand, huner û ziman. Zeynep Yaş diyar kir ku huner di gihandina mîrateya çandî ya ji rabirdûyê heta roja îro ji nifşên nû re xwedî roleke girîng e.
Di meha cotmehê de dê lîstikên cuda bên lîstin
Lîstika Moraşîn dê îro jî saet di 20.00'an de li ÇandAmedê derveke pêşberî şanohezan. Bernameya meha Cotmehê ya DBŞTê dê di 4'ê Cotmehê de di saet 13.00'an de bi lîstoka zarokan a bi navê “Keçelok” bidome.
Lîstoka “Xewna Şeveke Havînê” dê 9-10'ê Cotmehê û di 16-17'ê Cotmehê de di saet 20.00'an de derkeve pêş temaşevanan. Lîstoka zarokan a bi navê “Hişê min Tev Li Hev Bû” jî di 11 û 25'ê cotmehê de di saet 13.00an de bê lîstin.
Lîstoka “Keçelok” jî di 18'ê Cotmehê de di saet 13.00'an de careke din dê li ser sehneyê be.
Di bernameya meha cotmehê ya DBŞT'ê de guhertoya berhema klasîk a Shakespeare “Romeo û Juliet” ku ji aliyê tiyatroyê ve li gorî sehneyê hatiye adaptekirin û bi navê “Romeo û Juliet (Niha çawa ye?)” ye jî cih digire.
Lîstik dê di 23-24 û 30-31'ê Cotmehê de di saet 20.00'an de ji bo hezkiriyên şanoyê bê nîşandan.
Lîstikên DBŞTê yên di çarçoveya meha cotmehê de dê li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê bên lîstin. Hezkiriyên şanoyê dikarin bi riya Biletinialê bigihîjin bîletên lîstikan.







