Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
- 11:47 12 Tîrmeh 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN– Hejmara 176’an a Kovara Jinê ku her hefte roja Yekşemê tê weşandin, vê hefteyê bi berga ‘‘Rêgezên Damezrîner ên Aştî û Hiqûqa Azadiyê’ derket pêşberî xwendevanên xwe.
Kovar li ser bingehên yasayî, civakî û dîrokî yên aştiyê disekine, di heman demê de mijarên wek rola yasayê di avakirina civakek demokratîk de, nîqaşa li ser naskirina yasayî û mafên kolektîf di pirsgirêka Kurd de, pozîsyona damezrîner a jinan di pêvajoyên aştî û destûrî de, û hevrûbûna bi rabirdû û bîra kolektîf re digre dest.
Hemû sernavên di hejmara dawî ya Kovarê de evin:
“Qanûna Aştiyê: Qanûn di Avakirina Civakek Demokratîk de çi dibêje? / Atiye Arikan
* Hevkêşeyeke Nû û Bingehîn; Diyardeya Kurd a Yasayî / Suzan Akipa
* Di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de Qanûna Çarçove ya Jinan û Daxwazên Destûrî / Sevda Çelik Ozbingol
* Qêrîna Bêdeng a Çiya: Ji nûve Bîranîna Zarîfe Xanim/ Çîdem Goksoy
* Ji Hypatia heta Nagîhan Akarsel: Şerekî Hezar Salî li Dijî Rastiya Jinan / Gulîzar Îpek”







