Jin li atolyeya epoksiyê tevli hilberînê dibin

  • 13:07 4 Tîrmeh 2026
  • Ked/Aborî
AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi Atolyeya Epoksiyê ya ku li Navenda Jiyanê ya Jinan a Koşuyoluyê daye destpêkirin, hem piştgiriyê dide jinan ku keda destên xwe veguherînin nirxekî aborî û hem jî piştgiriya tevlêbûna wan a çalak a di pêvajoyên hilberînê de dike.
 
Jin li atolyeya epoksiyê têkilî hilberînê dibin
Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi armanca ku jin di pêvajoyên hilberînê de bi awayekî çalaktir cih bigirin û piştgiriyê bide veguherandina keda destên wan bo nirxekî aborî, li Navenda Jiyanê ya Jinan a Koşuyoluyê Atolyeya Epoksiyê da destpêkirin.
 
Di atölyeye de ku bi felsefeya pişgirtî û hilberîna hevpar tê birêvebirin, jin bi perwerdeyên pratîkî derfeta fêrbûna hunera epoksiyê dibînin. Di pêvajoya perwerdeyê de, kursyer teknîkên cihêreng diceribînin, sêwiranên xwerû (orjînal) amade dikin, ezmûna hilberînê bi dest dixin û jêhatîbûna destên xwe pêş bixin.
 
Atolye bi beşdariya 30 jinan tê lidarxistin û armanc dike ku tevlêbûna jinan a di jiyana civakî de xurt bike û piştgiriyê bide wan da ku berhemên hildiberînin veguherînin nirxekî aborî. Bi xebatên atolyeyê tê armanckirin ku jin jêhatîbûnên li ser bingeha hilberînê bi dest bixin, di nav piştevaniyê de bi hev re hilberînin û bi awayekî bihêztir têkilî jiyana aborî bibin.