Ji dayikên aştiyê banga ji bo mîtîngê: Tevlibûn berpirsiyarî ye
- 09:02 25 Hezîran 2026
- Rojane
STENBOL - Însiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê ji bo ‘mîtînga azadiyê’ ya ku wê di 28’ê Hezîranê de li Qada Azadiyê pêk bê bang kirin û gotin: “Mîtîng ne tenê hevdîtinek e, berpirsyariyeke dîrokî ye.”
Ji aliyê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27-28’ê Hezîranê de li Amed, Stenbol, Wan û Mersînê wê mîtîngê pêk were. Mîtînga Stenbolê wê li Qada Azadiyê ya navçeya Bagcilar pêk bê. Xebatên ji bo mîtîngê li her çar alî Stenbolê didomin. Ji bo mîtîngê tevgerên jinan, kedkar, Dayikên Aştiyê, komîsyonên taxan û hemû aliyên civakê xebatan dimeşînin.
Endamên Însiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê der barê mîtînga ku wê di 28’ê Hezîranê de pêk bê axivîn.
Ayten Toprak da zanîn ku divê hemû gel wê rojê li qadê bin û got: “Ji bo jiyaneke azad, wekhev û adîlane, divê her kes tevli mîtîngê bibin. Kurd, Tirk ferq nakin. Divê her kes ji bo aştî û azadiyê li mîtîngê bin. Divê bi awayekî xurt tevli mîtîngê bibin."
‘Mîtîng ne tenê hevdîtineke, ji bo aştiyê bepirsyarî ye’
Gulsum Dag jî daxuyakirin ku mîtînga azadiyê ne dengê qedebalxiyê ye, qêrîna hevpar a dayikan e û got: “Em dixwazin di her qada jiyanê de dengê aştiyê bilind bikin. Divê her kes bên mîtîngê. Ji ber pêşerojek azad û aram ne bi yek alî bi yekitiyê pêkan e. Mîtîng ne tenê hevdîtinek e, ji bo aştiyê berpirsyarî ye.”
‘Ji bo aştiyeke mayînde divê muxatab azad bin’
Behiye Duman jî bi lêv kir ku ji bo aştî û azadiyê gelê Kurd bi israr gavê davêje lê desthilatdarî bêdeng e û got: “Demokrasiya rast bi îrade û samimiyet divê bimeşe. Di vê dema ku dengê aştiyê tê bilindkirin de desthilatdarî gavê navêje. Aştî bi awayekî yekalî ne pêkan e. Divê em qelebalix bin. Azadiya fîzîkî ya serokatiyê girîng e. Ew azad nebe kes azad nabe. Ji bo aştiyek mayînde divê muxatab azad bin. Divê girtiyên siyasî azad bin. Em bang li hemû kesî dikin ku di 28’ê Hezîranê de di mîtînga azadiyê de cihê xwe bigirin.”







