Platforma Jinan a Datçayê ji bo Gulistan Doku daxuyanî da

  • 14:19 25 Nîsan 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Platforma Jinan a Datçayê, di daxuyaniya derbarê Gulistan Doku de, daxwaza ji nû ve vekirina hemû dozên jinên ku di bin şert û mercên gumanbar de mirine kir û got divê lêpirsînên bi bandor werin kirin û cezayên rastîn werin dayîn.
 
Platforma Jinan a Datçayê derbarê Gulistan Doku ya di 5'ê Çileya 2020'î de li Dêrsimê winda bû daxuyaniyek weşand.
 
Çi bi serê Rojwelat, Nadira, Garibe, Rojîn hat?
 
Jinan di daxuyaniyê de wiha gotin:"Çi bi serê Rojwelat Kizmaz, hevala Gulistan Doku hat ? Çi bi serê Îpek Er hat, ku ji aliyê çawişekî ve tecawiz lê hat kirin? Çi bi serê Rabia Naz hat? Çi bi serê Garibe Gezer hat, ku di girtîgehê de ji hucreya xwe hat kaşkirin û êrişa zayendî lê hat kirin? Çi bi serê Nadira Kadirova hat, ku di bin şert û mercên gumanbar de li mala parlamenterê AKP'ê Şîrîn Unal mirî hat dîtin? Çi hat serê Yeldana Kahirman hat, ku piştî êrîşa zayendî ya ji aliyê parlamenterê AKP'ê Tolga Agar ve lê hat kirin, di şert û mercên gumanbar de mirî hat dîtin? Çi hat serê Tuana Elif Torun, ku tê gotin di qezayek gumanbar de li Gorele miriye? Çi hat serê Rojîn Kabaiş hat, ku li Wanê dixwend , piştî derketina ji wargehê winda bû û cenazeyê wê li Gola Wanê hat dîtin? Çi hat serê Îlayda Zorlu, ku piştî ku polîsan gazî malbata wê kirin û gotin ku ew 'beşdarî xwepêşandanên 8'ê Adarê dibe' di şert û mercên gumanbar de mir? Em daxwaz dikin ku ev hemû doz yek bi yek ji nû ve werin vekirin, lêpirsînên bi bandor werin kirin û cezayên rastîn werin dayîn. Bi israra li ser bêcezatiyê jin jiyana xwe ji dest didin. Em daxwaz dikin ku ev yek tavilê were terikandin. Û em ê bêdeng nemînin. Em daxwaz dikin ku ev tora qirêj a têkiliyan tavilê were eşkerekirin.”