Dosyaya Gulistan Doku: Neçû wargehê, agahî nedan malbatê

  • 14:30 20 Nîsan 2026
  • Rojane
Rojda Aydin – Şehrîban Aslan
 
DÊRSIM – Her saetek ku derbas dibe di doza Gulistan Doku de agahiyên nû derdikevin holê. Derket holê ku Gulistan neçûye wargehê û ev rewş ji malbatê re nehatiye gotin. Jê tê fêmkirin ku destê wargehê û zanîngehê jî di navê de ye.
 
Gulistan Doku ya ku 5’ê Çileya 2020’î de winda bû şûnde di dosyaya wê de her car agahiyên nû derdikevin holê. Hat zanîn ku Gulistan Doku ku li wargeha zanîngehê de ma, demek dirêj neçûye wargehê.
 
Derket holê ku rewşa Gulistan Doku ya neçûye wargehê bi malbata wê re nehatiye parvekirin. Ev yek jî tîne hişê mirovan ku destên wargehê û zanîngehê jî di windabûna Gulistan Doku de heye.