Li Siwêdayê jin ji bo xizmên xwe li qadan e
- 19:31 15 Nîsan 2026
- Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Dayikên kesên ku li Siwêdayê hatine revandin ku beşdarî çalakiya îro bûbûn, daxwaza aşkerakirina çarenûsa kesên ku ji Tîrmeha 2025’an vir ve hatine revandin kir û daxwaza berdana wan kirin.
Bi sedan jinên ji gundên li rojavayê Siwêdayê ku tevli çalakiya ji bo aşkerakirina çarenûsa kesên ku ji êrişên Tîrmeha 2025’an vir ve hatine revandin, bûn. Yek ji jinên tevli çalakiyê bû wiha got: "Em daxwaza berdana Hussam El Yûnis dikin. Ew sivîl û bêçek bû. Piştî vegera xwe ji Lubnanê hate girtin.”
Dayika Rewad Hanî Cemûl ê ku hatiye revandin jî ev tişt anî ziman: "Em daxwaza aşkerakirina çarenûsa kurên xwe û berdana wan dikin. Zarok hewceyê dê û bavên xwe ne, û em hîn jî nizanin ew li ku ne.”
Dayika Ehmed Selîm Mezhar ê hatiye revandin jî wiha got: “Kurê min sivîl e û bê sedem hatiye girtin. Ez bang li hemû rêxistinên navneteweyî û mirovî dikim ku ji bo serbestberdana wî û hemû girtiyên din mudaxele bikin.”
Beşdaran banga bidawîanîna windakirinan û aşkerakirina aqûbeta hemû kesên winda kir.







