Perwîn Yûsif: Mafê gelên Sûriyeyê hat xespkirin
- 22:07 11 Nîsan 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka PYD’ê Perwîn Yûsif diyar kir ku piştî guhertina rejîma Sûriyeyê, mafên gel ên nîqaşkirin û çareserkirina pirsgirêkan ji holê hat rakirin û anî ziman ku hişmendiya ku hêzên navneteweyî ferz dikin bingeha demokratîk lawaz dike.
Li bajarê Essen a Almanyayê bi beşdariya Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Perwîn Yûsif civîneke berfireh a gel hat lidarxistin. Civîna ku ji hêla Meclîsa NRW’ê ya PYD’ê ve hat organîzekirin li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd hat lidarxistin. Gelek nûnerên saziyên Kurd ên Elmanyayê û Kurdistanî beşdarî civînê bûn.
Civîn bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre rewşa siyasî ya herêmê, geşedanên nûjen û pêvajoya entegrasyonê ya ku Rojava bi hikûmeta Şamê re dimeşîne hatin nîqaşkirin. Hevseroka PYD’ê Perwîn Yûsif nirxandinên girîng kir.
Êrîşên li ser Rojava û dîasporayê
Perwîn Yusif diyar kir ku helwesta Kurdên li Ewropayê li dijî êrîşên li ser Rojava danîne holê girîng e û got: "Li ser navê Rojavayê Kurdistanê bi taybetî hemû gelê xwe em gelê me yê li Almanyayê silav dikin. Helwest, çalakî û hewldanên gelê me yê li Ewropa û Elmanyayê ya li dijî êrîşên li ser Rojava danîne holê pir bi nirx in. Gelê me yê ku neçarî sirgûnê bûne, bi xebatên ku li vir dimeşîne girêdana xwe bi ax û welatê xwe re xurttir kiriye. Gelê me li her deverê ku lê ye ji bo azadiya xwe têdikoşe.”
Guherîna li Rojhilata Navîn
Pervîn Yûsif anî ziman ku pêşketinên li Rojhilata Navîn rasterast bandorê li pêşeroja gelê Kurd dikin û bal kişand ser girîngiya şîrovekirina rast a pêvajoyê û wiha domand: "Em bi rastî di serdemek pir zehmet û krîtîk re derbas dibin. Guhertinên mezin ên li Rojhilata Navîn diqewimin wê rasterast bandorê li pêşeroja gelê me û çareseriya pirsgirêkên wan bikin. Ji ber vê yekê, divê em vê pêvajoyê bi awayekî rast şîrove bikin û berjewendiyên gelê xwe bi awayê herî baş biparêzin."
Destkeftiyên Rojava pêşiya bingehîn e
Perwîn Yûsif destnîşan kir ku parastina destketiyên Rojava pêşiniya bingehîn e û anî ziman ku xwedîderketina ku li van destketiyan nirxek mezin e û wiha pê de çû: “Wekî gelê Kurd sedema beşdarbûna me ya pêvajoya şoreşgera Sûriyeyê, avakirina pergalek demokratîk a ku mafên hemû gelan û gelê Kurd nasdike. Em ji bo pergalek ku her kes nasnameya xwe bi azadî bijî têdikoşin. Me di vê rêyê de bedelên giran dan û hîn jî didin. Hewldanên me yên bi mûxalefetê re ji bo avakirina pergaleke demokratîkbûn, hemû nasname û bawerî xwe bi awayekî azad bînin ziman û naskirina mafên jinan bi rêveberiya nû ve bi wayekî cîdî texilîn.”
‘Mafên gel yên çarsreiyê ji holê hat rakirin’
Perwîn Yûsif bal kişand ser rola hêzên navneteweyî û ev nirxandin kir: "Di pêvajoya guhertinê ya li Rojhilata Navîn de, em bi rastiya ku avaniyên ku berê di lîsteyên terorê de bûn li gorî tercîhên pergala navneteweyî hatine ser desthilatê re rû bi rû ne. Her wiha Ehmed Şara ê bi vî awayî anîn ser desthilatê, ev yek mafê Sûriyeyiyan ê çareserkirina û nîqaşkirina pirsgirêka Sûriyeyê di navbera xwe de ji holê rakiriye.”
Perwîn Yûsif anî ziman ku ev rewş tê wateya xespkirina mafê çareseriya demokratîk a gel û wiha berdewam kir: “Hişmendiya selefî ya ku anîn ser desthilatê, li şûna nêzîkatiyek piralî û beşdariyê nîşan bide, bi zihniyeta 'Min qezenc kir, tiştê ku ez dibêjim wê bibe' tevdigere. Ev yek lêgerîna çareseriya demokratîk a Sûriyeyê lawaz dike û derfetên lihevhatina civakî teng dike."
Civîn piştî pirsên beşdaran û nîqaşan bi dawî bû.







