Aktivîsta ku hatibû girtin bi kefaletê hat berdan

  • 11:56 9 Nîsan 2026
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Aktivîst Mehrak Karîmîpoûr ku li Îranê hatibû girtin, bi kefaletê serbest hat berdan. 
 
Aktivîst Mehrak Karîmîpoûr ku di 27'ê Adarê de li bajarê Tehran ê Îranê hatibû girtin, bi kefaletê serbest hat berdan. Mehrak Karîmîpoûr Andalîbî ku ji Girtîgeha Qerçekê serbest hat berdan, berê ji ber xebatên xwe yên siyasî gelek caran hatibû girtin.