Li Afrîkaya Başûr Konfederalîzma Jinên Demokratîk hate nasandin
- 17:57 30 Adar 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN Li bajarê Johannesburg ê Afrîkaya Başûr di Festîvala Mafên Mirovan de li gel Konfederalîzma Demokratîk perspektîfên Konfederalîzma Jinan a Demokratîk a Cîhanê bi beşdaran re hate nasandin.
Li bajarê Johannesburg ê Efrîkaya Başûr di navbera 26-29'ê Adara 2026'an de Festîvala Mafên Mirovan a salane hate lidarxistin. Îsal gelek aktîvîst, ciwan, mamoste û nûnerên civaka sivîl beşdar bûn.
Festîval ji aliyê Constitution Hill ve hate birêxistinkirin ku di dema rejîma Apartheid û mêtingeriya li Afrîkaya Başûr de gelek girtiyên siyasî lê dihatin ragirtin. Kompleksa girtîgeha berê weke navenda perwerdeyê û muzeya ji hişê têkoşîna li dijî Apartheidê kar dike.
Akademiya Modernîteya Demokratîkû "Jinên Paşerojê Dihûnin" beşdarî festîvala îsal bûn. Di çarçoveya festîvalê de li ser perspektîfên Konfederalîzma Demokratîk û Konfederalîzma Jinan a Cîhanê pêşkêşiyek hate kirin. Piştî pêşkêşiyê nîqaş hatin kirin û hate ragihandin ku ji bo çareseriya pirsgirêkên gelan û pêwîstiyên civakî şêweyên rêxistinbûnê yên kolektîf pêkan e û ji bo vê jî pêwîstî bi têkoşîneke hevpar heye.
Di çalakiyê de hate ragihandin ku xeta tevgera jinên kurd û perspektîfa neteweya demokratîk a Şoreşa Rojava ji bo hêzên demokratîk û xwecihî yên li Efrîkaya Başûr tecrûbeyeke girîng û çavkaniya sûdwergirtinê ye.
Di roja dawî ya festîvalê de stand hat danîn, parêznameyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah û broşurên li ser perspektîfên Konfederalîzma Demokratîk hatin belavkirin.







