Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi nûnerê hikûmeta demkî civiyan
- 21:57 18 Adar 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî û nûnerê hikûmeta demkî Ziyad El Ayiş civiyan û bi taybet vegera koçberan nîqaş kirin.
Îro li bajarê Hesekê, Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî û nûnerê serokatiya hikûmeta demkî ji bo parêzgeha Hesekê ya şopandina bicihanîna peymana 29ˊê Çileyê Ziyad El Ayiş bi amadebûna Parêzgarê Hesekê Endazyar Nûredîn Ehmed, Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ê parêzgehê Merwan El Elî û cîgirê wî Mehmûd Xelîl û hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed hevdîtin kir.
Civîn di atmosfêreke erênî de pêk hat. Di civînê de behsa hejmarek dosyayên bingehîn ên girêdayî bicihanîna bendên peymanê weke serbestberfdana dîlgirtî û girtiyên her du aliyan hat kirin. Li kêleka wê jî di civînê de bal li ser girîngiya berdewama vê rêveçûnê hat kişandin ku baweriyê di navbera her du aliyan de xurt dike û piştevaniyê dide hewldanên aramîkirina herêmê.
Amadebûyan mijara jinûve vegera koçberan li warên xwe û rêbazên hêsankirina proseyên entegrasyona saziyan nîqaş kirin û îşaret bi gavên di vê çarçoveyê de hatin avêtin kir.
Girêdayî mijarê, hat gotin ku biryara derxistina efûyê ya îro ji encama rasterast a vê civînê bûn ku piştevaniyê dide hewldanên aramkirin û pêşxistina atmosfêra erênî.
Di civînê de rewşa koçberên Serêkaniyê jî hat nîqaşkirin û hat diyarkirin ku piştî betlaneya cejnê di şert û mercên ewle û birêxistinkirî de xebatên ji bo vegera koçberan tên kirin. Hemwextî wê jî hatibû ragihandin ku wê komek di na koçberên Efrînê piştî cejna Remezanê vegerin warên xwe.







