Zaroka ji ber keziyên xwe hûnand hat girtin hate berdan

  • 17:25 3 Adar 2026
  • Rojane
ÎZMÎR - Zaroka bi navê A.K. ku li Îzmîrê bi hinceta parvekirina vehandina keziyan hatibû girtin, hate berdan. A.K., bi keziyên vehandî tevli danişînê bû.
 
Zaroka bi navê A.K. a 16 ku li Îzmîrê dijî, bi hinceta ku li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal vîdeoya vehandina keziyan parve kiribû, bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hatibû girtin. Danişîna ewil a zarokê li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Zarokan a Edliyeya Îzmîrê hat lidarxistin. Malbata zarokê, xizmên wê, wekîla DEM Partiyê ya Îzmîrê Burcugul Çubuk, Serokê Baroya Îzmîrê Sefa Yilmaz, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl û gelek welatî ji bo şopandina danişînê hatin edliyeyê. Destûr hate dayin ku malbat û parêzerên A.K. tev li danişînê bibin. A.K. bi keziyên vehandî tev li danişînê bû.
 
Dozgerê ku mutalaaya xwe aşkera kir, xwest ceza li A.K. were birîn û bê tehliyekirin. Dadgehê jî piştî navberê biryara xwe da. Dadgehê, biryara tehliyeyê da û danişîn taloqî 7’ê Gulanê kir.
 
Piştî danişînê daxuyanî hat dayîn
 
Piştî danişînê daxuyanî hate dayin. Parêzer Fatma Demîrer di daxuyaniyê de got ku tu hêmayên sûc çênebûne û got ku daxwaza cezakirina zarokekê ya bi îdiaya propagandayê, ne hiqûqî ye ne jî wijdanî. Fatma Demîrer wiha vegot: “A.K., 26 rojan di girtîgehê de ma. Li gorî me vê jî zirar da pêşeroja zarokê. Em di wê baweriyê de ne ku dê biryara beraetê bê dayin. Hem biryarên DMME’yê hem jî yên AYM’ê dibêjin ku naveroka di dosyayê de sûc nînin. Lewma em fêm nakin ka çima ceza hate xwestin. Ev rast nîne. Di girtîgehê de îşkence li A.K.’ê hate kirin û ev jî li dijî rûmeta mirovahiyê ye. Ji hêla girtiyên edlî ve hate derbkirin û ev rewş hate paşguhkirin. Em vê qebûl nakin. Têkildarî vê rewşê me serlêdana sûc kir.”
 
Sefa Yilmaz jî got ku tevî weke baro ji bo tevli danişînê bibin daxwazname dane jî ji hêla şandeya dadgehê ve ji eywanê hatine derxistin. Sefa Yilmaz, got: “Piştî biryara girtinê ya Dadgeha Cezayê Sulhê çi guherî? Tenê tiştek guherî, ew jî ziyana gihiştî ruh û bedena A.’yê. We zarokek 16 salî 26 rojan di girtîgehê de girt, we nehişt têkeve ezmûnên xwe. Heta biryara girtinê dikariyan gelek tevdîran bigirin. Lê mixabin feraseteke ku ji pêşeroja zarokan ditirse heye. Lê dê bi ser nekevin.”