Ji şaredariya Rezan hevdîtina 8’ê Adarê

  • 17:59 3 Adar 2026
  • Rojane
AMED - Midûriyeta Polîtîkayên Jinan a Şaredariya REzan, li gundê Mele Aliyê Jor hevdîtina jinan pêk anîn. Hevşaredar Leyla Ayaz tevli hevdîtinê bû û li ser giringî û wateya 8’ê Adarê sekinî. Piştre atolyeya hişmendiya zayenda civakî pêk hat.
 
Midûriyeta Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Rezan bi dirûşmeya ‘em bi berxwedanê azad dikin civaka demokratîk dihûnin’ hevdîtinên 8’ê Adarê didomînin. Di vê çarçoveyê de li gundê Mele Aliyê jor hevdîtina jinan pêk anîn. Hevşaredara Rezan Leyla Ayaz, cigira hevşaredar Jiyan Aslan, endamên meclîsa şaredariyê, meclîsa jinan û saziyên jinan tevli bûn.
 
Leyla Ayaz di hevdîtinê de axivî û diyar kir ku keda jinê tune tê hesibandin û got divê li dijî tunekirina keda jinê têkoşîn bê meşandin. Leyla Ayaz li ser girîngiy a8’ê Adarê sekinî û got divê li dijî êrîşên li ser jinan têkoşîn bê mezinkirin.
 
Piştre buroşur li jinan hatin belavkirin, kîtên hijyenê hatin parvekirin.