Li gundê Gijal ê Cizîrê hevdîtina jinan
- 16:03 3 Adar 2026
- Rojane
ŞİRNEX - TJA'yê bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li Gundê Gîjal ê Cizîrê civînek jinan li dar xist.
Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li Gundê Gîjal ê navçeya Cizîr a Şirnexê bi dirûşma "Em bi berxwedanê xwe azad dikin, civakek demokratîk ava dikin" civînek jinan li dar xist. Gelek jin beşdarî civînê bûn û pankartek bi nivîsa "Jin Jiyan Azadî" li dîwarê malek li gund hate daliqandin.
Vexwendina ji bo Deklerasyona Bajarê Jinan
Di civînê de girîngiya 8'ê Adarê ji bo jinan hate destnîşankirin. Hevşaredara Cizîrê Guler Yerbasan Tunç ku ew jî beşdarî civînê bû, jin vexwendin Deklerasyona Bajarê Jinan ku dê di 6'ê Adarê de li Cizîr were eşkerekirin.
Jinên ku beşdarî civînê bûn geek caran dirûşma "Jin Jiyan Azadî" berz kirin.







