Li Antalyayê civînên gel: Divê pêvajoya aştiyê bi gel re bê rêvebirin
- 16:33 21 Sibat 2026
- Rojane
ANTALYA - Rêxistina DEM Partî ya Antalyayê "Hevdîtina Gel a Avakirina Aştî û Civaka Demokratîk" li dar xist.
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Antalyayê "Hevdîtina Gel a Avakirina Aştî û Civaka Demokratîk" lidar xist. Veysî Aktaş û Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk a qeyûm tayinî şûna wê hat kirin, wekî axaftvan beşdar bûn. Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.
Gulistan Sonuk ku di civînê de axivî, diyar kir ku ew ji bo vegotina pêvajoyê ji raya giştî re li hev civiyane û li gelek bajaran civîn li dar xistine û got: "Dema ku em guh didin gelê xwe û rexne û xwerexneyên wan, em ji gelê xwe pêşniyazan jî distînin. Armanc ew e ku em bi berfirehkirina rêxistina xwe û bi gelê xwe re ji bo pirsgirêkên ku em pê re rû bi rû dimînin, xwedî li pêvajoya aştiyê derkevin."
Gulistan Sonukê destnîşan kir ku Banga Aştî û Civaka Demokratîk a 27'ê Sibatê ya ku ji hêla Rêber Apo ve hat kirin, banga sedsalê ye û got: "Civîn li ser pêşniyaza birêz Ocalan tên lidarxistin. Di van hevdîtinan de, ew dixwaze bizanibe gel li ser pêvajoyê çi difikirin, rexne û xwerexneyên wan çi ne. Her wiha dixwaze pêşniyazên gel wergire. Birêz Ocalan hewl dide ku pêvajoya aştiyê bi awayekî kolektif bimeşîne."
Gulistan Sonukê destnîşan kir ku Rêber Apo, wekî her carê, di pêşketinên li Sûriyeyê de rola xwe ya dîrokî lîstiye û got: "Dema ku aştî bi Kurdên li Tirkiyeyê re dihat parastin û entegrasyona demokratîk di navbera Kurdên Rojava û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de temam dibû, ji nişkê ve li dijî Rojavayê şerek dest pê kir. Gelê Kurd li dijî êrişên li ser Rojavayê bû yek. Bi hewldana birêz Ocalan şer hat astengkirin."
Civîn piştre bi awayekî ji çapemeniyê re girtî dewam kir û bi pirs û bersivan bi dawî bû.







