Rejîma Îranê 200 xwendekar qetil kirine

  • 15:59 9 Sibat 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Encûmena Hemahengiya Sendîkaya Mamostayên Îranê ragihand ku di xwepêşandanên li Îranê de 200 xwendekar hatine qetilkirin.
 
Berdevkê Encûmena Hemahengiya Sendîkaya Mamostayên Îranê Mihemed Hebîbî li ser rupela fermî ya medya dijîtal a X’ê li ser qetilkirina xwendekaran di xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de zanyariyan belav kir.
 
Mihemed Hebîbî ragihand ku di xwepêşandanan de 200 xwendekar ji aliyê rejîma Îranê ve hatine qetilkirin û got: “Bi qetilkirina xwendekaran re dersxane êdî ne wek berê ne û vala ne. Ev jî nîşan dide ku sûcên desthilatdaran gihîştine navendên perwerdeyê. Xewn û jiyana van zarokan hebûn. Lê desthilatê biryara qetila wan da. Hikûmetê bi guleyan bersiva daxwazên gel da.”
 
Berdevkê Encûmenê Mihemed Hebîbî destnîşan kir ku xwendekarên ku hatine qetilkirin dê neyên ji bîrkirin û her wiha heta roja ku edalet pêk were dê ev suc neyên girtin.