Hevşaredarên Milazgirê hatin berdan

  • 23:25 28 Çile 2026
  • Rojane
MÛŞ - Hevşaredarên  Milazgirê piştî kar û barên îfadeya li emniyetê hatin berdan.
 
Hevşaredarên Şaredariya Milazgirê ya Mûşê Ahmet Kenan Turker û Gulistan Ozel, piştî îfadeyên xwe yên li qereqola polîsan hatin berdan. Hevşaredarên ku ji ber daliqandina pankarta keziyê û dirûşmeya "Jin, jiyan, azadî" ji bo protestokirina êrişên li ser Rojavayê hatibûn binçavkirin, di îfadeyê de pirsên wekî "Çima we ev pankart daliqandin?", "Kê pankart ji we re şand?" û "Kê talimat da we?" hatin pirsîn