Piştevaniya ji Ewropayê mezin dibe: Karavana 2'yemîn bi rê ket
- 18:56 23 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Karavana Duyemîn ku ji bo mezinkirina piştevaniya navneteweyî ya li dijî êrişên li ser Rojava hate avakirin, ji Darmstadtê ber bi Frankfurtê ve bi rê ket.
Karavana Duyemîn ku ji bo xurtkirina piştevaniya ji Ewropayê ya ji bo Rojava ava bû, ji bajarê Darmstadt ê Elmanyayê ber bi Frankfurtê ve bi rê ket. Karavana Yekemîn jî serê sibehê saet di 08:30'î de li Hannoverê bi rê ketibû û berê xwe dabû Kasselê.
Komara Karavana Duyemîn îro saet di 12:00 de ber bi aliyê Frankfurt Hauptwacheyê bi rengê konvoyê bi rê ket. Karavana ji Kolnê bi rê ket piştî ku gihîşt Darmstadtê li Frankfurtê ji aliyê Kurdan û enternasyonalîstan ve hate pêşwazîkirin.
Beriya ku bi rê bikeve daxuyaniyek ji çapemeniyê re hate dayin û işaret bi êrişên çeteyên HTŞ, DAÎŞ û dewleta Tirk ên li ser Rojava hate kirin. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku gefeke cidî li ser Şoreşa Rojava heye û hate destnîşankirin ku ji aliyê hêzên navneteweyî ve bi şerekî li derveyî exlaqê re bi tenê hatiye hiştin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku êrişên li ser Rojava parçeyek ji şerê li ser hemû parçeyên Kurdistanê ye û hate destnîşankirin ku berxwedana ji Rojhilat heta bi Bşaûr û Bakur, li Rojava dewam dike. Hate gotin, li Ewropayê jî berpirsyariyeke dîrokî heye ku ev berxwedan bê mezinkirin û şoreşa jinê bê parastin.
Çalakgeran diyar kirin ku di çarçoveya "People's Caravan / Karavana Gelan" ji Ewropayê ber bi Rojava ve bi rê dikevin û banga piştevaniyê li raya giştî kir. Di daxuyaniyê de dirûşma 'Ji bo mirovahiyê em bi karavanayekê ber bi Rojava ve dimeşin" derkete pêş.
Piştî pêşwazîkirinê mîtîng hate lidarxistin û Hevseroka Die Linke Janine Wissler li mîtîngê axivî. Wissler got, Ewropa piştgiriyê dide HTŞ'ê.
Ji partiya Voltê Tim jî diyar kir ku divê Kobanê û Frankfurt bi rengekî fermî weke bajarên dost bêne ragihandin.
Piştî axaftinan karavan li ber dirûşmên "Bijî berxwedana Rojava", "Bijî piştevaniya navneteweyî" û "Jin, Jiyan, Azadî" ber bi Freiburgê ve bi rê ket. Karavan wê ji Freiburgê berê xwe bide bajarê Zurich ê Swîsreyê, ji wir jî biçe Viyanayê û xwe bigihîne Rojava.







