Heyeta ku çû Rojava vegeriya
- 19:31 23 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeya ku ji nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên girseyî yên demokratîk ku ji bo nîşandana hevgirtinê li dijî êrişên HTŞ, DAIŞ û hêzên paramîlîter ên ku ji alîyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin, serdana Rojavayê kiribû, vegeriya.
Şandeya ku Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (Partiya DEM) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) di nav de, piştî ku di 21'ê Çileyê de ji bo hevgirtinê li dijî êrişên dagirkeriyê yên HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên ku ji alîyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin, derbasî Rojava bû, ji Deriyê Sînor ê Xabûrê vegeriya. Şandeya ku ji Deriyê Sînor ê Sêmelkayê li Herêma Kurdistana Federe derbasî Rojavayê bû, ji alîyê Hevserokên PYD'ê Perwîn Yûsif û Xerîb Hiso ve hat pêşwazîkirin.
Duh şande bi Endamê Konseya Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl, Hevseroka Têkiliyên Derve ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Sema Bektaş, Hevserokê Têkiliyên Giştî ya PYD'ê Silêman Ereb û Endama Meclisa Giştî ya PYD'ê Talet Yunis re civiya. Piştî vê yekê, şandeyê serdana Kongra Starê kir. Di serdana xwe de, Berdevka Kongra Starê Rihan Logo, Endamê Komîteya Hevserokatiya PYD'ê Aldar Xelîl û Pervîn Yusif jî bi şandeyê re bûn. Di berdewamiya serdanên xwe de, şande ji aliyê şandeyeke ji Konseya Yekîtiya Kurdistanê ku ji hevpeymaniya ENKS û PDKS'ê pêk tê ve hat pêşwazîkirin. Mihemmed Îsmaîl, Silêman Oso û Dr. Selah Dervîş di pêşwaziyê de amade bûn.
Piştre şande bi rayedarên Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re civiya. Hevseroka Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Fener Algayit, Gulistan Elî, Cîgira Serok û Abdulkerîm Omer, nûnerê Rêveberiya Xweser li Şamê, di civînê de amade bûn. Şande li ofîsa Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser hat pêşwazîkirin. Piştî serdana xwe, şandeyê li ofîsa Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a li bajarê Qamişloyê bi beşdariya Hevserokên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Perwîn Yûsif û Xerîb Hiso û Gulistan Elî, Cîgira Serokê Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser civîneke çapemeniyê li dar xist. Şande îro vegeriya.
Endamên heyetê ev in: Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogullari, Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir, Parlamentera Wanê û Berdevka Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, Parlamenterê Mêrsînê Alî Bozan, Parlamentera Stenbolê û Berdevka SODAP'ê Kezban Konukçu, Ji Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Îmam Taşçier, Berdevka TJA'yê Çîmen Fîdan, Rêveberê OHD'ê Mehmet Alî Aslan, Serokê Baroya Mêrdînê Ahmet Duyan, Endamê Lijneya Rêveberiya Baroya Mêrdînê Tahîr Dundar, Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç, endamên Baroya Amedê Baver Mîzrak û Eyyûp Aydenîz, Dayika Aştiyê Asya Tay û Endamê Kongreya Îslama Demokratîk Alî Angay.







