Heyeta DEM Partiyê diçe Rojava
- 00:20 21 Çile 2026
- Rojane
ENQERE- Heyeta DEM Partiyê sibê ji ser Başurê Kurdistanê diçe Rojava.
Heyeta DEM Partiyê sibê ji ser Başûrê Kurdistanê wê biçe Rojava. Agahiya ku DEM Partiyê parvekiriye wihaye: “Hevserokên me yên giştî Tulay Hatîmogullari, hevserokê giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, parlamentera Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, parlametnerê Mersînê Alî Bozan bi nûnerên baro û STK’yan re wê ji ser Herêma Federal a Kurdistanê biçe Rojava. Di çarçoveya serdanê de wê di serî de bi partiyên siyasî re û dînamîkên siyasên herêmê re hevdîtinan bikin.”







