Peyama şervanên jin 'Berxwedana li ser şopa Ziyad û Denîz didome'
- 00:40 20 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN -Şervanên jin ên YPJ’ê li ser banga Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê hatiye ragihandin, ku gelê Rojava tev li berxwedanê bûye. Bi taybetî jin berê xwe didin eniyên pêş ji bo li kêleka şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bisekinin.
Şervanên jin jî bi daxuyaniyekê bersiva banga seferberiyê dan û berxwedana gelê herêmê silav kir û got: "Em wek şervanên YPJ'ê bang li gelê herêmê û hemû gelan cîhanê dikin ku niha bajarê Hesekê ji aliyê çeteyên HTŞ’ê û çeteyên dewleta Tirk ve bi dagirkirinê re rû bi rû ye.”
Şervanan diyar kir ku ew ê li ser banga şehîd Ziyad a ku gotî 'bi mirinê re şer bikin', em ê ji bo jiyanek bi rûmet li ser şopa Ziyad û Denîz bimeşîn. Bila kes nefikire ku dijmin dê hêsanî bikeve Hesekê.
Sarya Efrîn di daxuyniyê de axivî û got: "Wekî hêzên YPJ-YPG, eger li Rojavayê Kurdistanê êrîşên ewqas dijwar li dijî me tê kirin, îro bi sedan ciwanan piştî ragihandina seferberiyê ji bo jiyaneke birûmet cihê xwe li eniyên şer girtine. Banga me ji bo gel û ciwanên me ev e: "Îro roja rûmetê ye. Werin em wek gelê Kurd rûmeta xwe biparêzin."







