Li Mêrdînê mirina biguman

  • 21:49 11 Çile 2026
  • Rojane
 
MÊRDÎN – Li Mêrdînê hat îdiakirin ku Çîgdem Akyuz dawî li jiyana xwe aniye.
 
Li navçeya Mîdyad a Mêrdînê hat îdiakirin ku Çîgdem Akyuz di 8’ê Çile de hewldaye xwe întîxar bike û bi giranî birîndar bû. Piştî xizmên wê agahî dan Çîgdem Akyuz rakirin nexweşxaneyê û piştre jî rakirin Nexweşxaneya Tipa Zanîngeha Dîcle ya Amedê. Tevî hemû mudaxaleyan Çîgdem Akyuz nehat xilaskirin.
 
Cenazeya Çîgdem Akyuz li gundê Heştrêk a Mîdyadê hat definkirin.