Li Ranyayê ji bo piştevaniya Helebê meş

  • 21:24 9 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Ranyeyê ji bo piştgiriya berxwedana Hêzên Ewlekariya Hindirîn-Heleb û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê çalakiyek girseyî hate lidarxistin.
 
Li Baxê Giştî yê navçeya Ranye ya ser bi Îdareya Serbixwe ya Raperînê, ji bo piştgiriya berxwedana Hêzên Ewlekariya Hindirîn-Heleb û xelkê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi beşdariya gelek welatparêz, nivîskar, rewşenbîr û çalakvanan, çalakiyek girseyî hate lidarxistin. Di çalakiyê de tekezî li ser yekîtiya gelê Kurd hate kirin, her wiha êrişên çeteyan bi tundî hate şermezarkirin.
 
Zubêr Ebdulrehman peyama Koma Koşanî xwend. Di peyamê de bal hate kişandina ser giraniya Rojava û Rojhilatê Kurdistanê û hat destnîşankirin ku parastina Rojava, parastina rûmeta netewî ye û divê hemû Kurd li her deverê ku lê bin dengê xwe yê piştgiriyê bilind bikin.
 
Di berdewamiya çalakiyê de, nivîskar û çalakvan Hazim Elî Kutik axivî û bal kişand ser rewşa siyasî ya Rojavayê Kurdistanê û konseptên ku li dijî îradeya gelê Kurd têne kirin. Di dawiya çalakiya girseyî ya li Ranyeyê de, Yasmîn Mistefa weke nûnera Rojavayê Kurdistanê, peyama fermî ya şandeya xwe xwend.
 
Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.