Bertekên li dij êrişan: Kobanê neket, wê Eşrefiye nekeve!
- 09:34 9 Çile 2026
- Rojane
RIHA - Jinan di bersiva êrîşên li ser Şêx Meqsûd, Eşrefiye û Benî Zeyd de gotin, "Kobanî neket, û Eşrefiye jî wê nekeve. Rojava şoreşa jinan e û wê wiha berdewam bike."
Hêzên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê êrîşên xwe yên li ser taxên Şexmêqsût, Eşrefiye û Benî Zeyd ên Helebê didomînin. Di van êrîşan de gelek kes hatine kuştin û gelek kes jî birîndar bûne. Li hember êrîşên li ser Helebê, li seranserê Kurdistanê gel rabûye ser piyan û daxwaza piştgiriyê ji bo Rojava dikin.
'Hemû xizmên min li Rojava ne'
Zahide Yaman, diyar kir ku gelek xizmên wê li Rojava ne, got ku divê ev şer bi dawî bibe. Zahide Yaman got, "Em qet naxwazin xwîn birije. Em dikarin wekî bira û xwişk bi hev re bijîn. Hemû xizmên min li Rojava ne. Dilê me ji ber komkujiya li wir diqewime diêşe. Bila êdî kes negirî, êdî bes e. Em aştiyê dixwazin, em şer naxwazin. Divê hêzên derve bibin yek û dawî li vî şerî bînin."
'Divê cîhan şiyar bibe û li dijî vê komkujiyê rabe'
Aslîhan Çiftçî, diyar kir ku divê cîhan li dijî vê komkujiyê bêdeng nemîne, banga çalakiyê kir. Aslîhan Çiftçî got, "Divê ev şer bi dawî bibe. Jin û zarok di mehên zivistanê de di nav heriyê û şert û mercên dijwar ên şer de êşê dikişînin; ev heyfeke mezin e. Divê gelê me li her deverê ku lê be rabe; werin em hemû bi hev re ji şer re bêjin raweste. Bi hezaran kes di zivistanê de malên xwe yên germ winda dikin. Divê cîhan şiyar bibe û li dijî vê komkujiyê rabe. Divê ev şer bi dawî bibe. Em her tim alîgirê aştiyê ne."
'Kobanê neket û Eşrefiye jî nakeve'
Fatma Peş, diyar kir ku Kobanê neket û Eşrefiye jî nakeve û got ku yên ku her tim li aliyê aştiyê ne dê bi ser bikevin. Fatma Peş got, "Daxuyaniyên me yên li ser bûyerên heyî zelal û teqez in. Çiqas bedelê wan hebe jî, ew ê nikaribin bihêlin ku taxên Şêxmeqsût û Eşrefiye jî bikevin. Em di vê mijarê de pir zelal in. Yên ku her tim li aliyê aştiyê ne dê bi ser bikevin. Banga min ji bo kesên ku aştiyê dixwazin ev e ku piştgiriyê bidin vê têkoşînê û vê bangê. Rojava şoreşa jinan e û ew ê wisa berdewam bike. Divê kes tiştekî din nefikire."
'Ez dev ji gotina aştiyê bernadim'
Nebîhe Aslan, da zanîn ew ji tiştên ku li Rojava diqewimin pir bandor bûye, tekez kir ku divê şer bi dawî bibe. Nebîhe Aslan got, "Ez aştiyê dixwazim, ez naxwazim gelê me bimire. Ev xwîn dê heta kengî biherike? Ger aştî tune be, tiştek nabe. Heyf ji bo zarokên me ye, em westiyayî ne. Dîtina tiştên ku li Rojava diqewimin li ser televîzyonê rewşa me ya derûnî xera dike. Ez dev ji gotina aştiyê bernadim. Divê ev şer bi dawî bibe."
Bang ji bo dewletan: Em şer naxwazin
Emîne Demîr, diyar kir ku ew tiştên ku li Rojava diqewimin qebûl nakin, bi van gotinan berdewam kir: "Em tiştên ku diqewimin qebûl nakin. Em bang li dewletan dikin ku şer rawestînin. Em qebûl nakin ku ev zarok û mirov di mehên zivistanê de di vê rewşê de ne. Divê wijdanê tu kesî vê yekê qebûl neke. Xwedê alîkariya wan bike. Ez nikarim tiştekî bibêjim. Em qet ji bo tu kesî şer naxwazin. Tenê daxwaza me aştî ye."







