Endama koordînasyona KJAR’ê: Serhildana jin jiyan azadî qet ranewestiya

  • 09:06 9 Çile 2026
  • Rojane
Oznur Deger
 
WAN - Endama Kordînasyona KJAR’ê Çîmen Şîne da zanîn ku jin bi jin jiyana azadî  xurt bûne û got: “’Îran bi jin jiyan azadî hejiya. Em bi awayekî xurt tevlibûna pêvajoyê girîng dibînin. Bi pêşengiya jinan wê Îrana demokratîk pêş bikeve. Wê rejîma zextxwir biçe.”
 
Li Tehran a Îranê di 16’ê îlona 2022’yan de jina Kurd Jîna Mahsa Emînî ya 22 salî ji aliyê ‘polîsên ahlaqê’ hat qetilkirin û piştî vê li Îran û Rojhilat serhildana ‘jin jiyana zadî’ hat destpêkirin. Çalakî bi daxwaza şoreşê di 28’ê Mijdara 2025’an de ji nûve zindî bûn.
 
Endama Civaka Jinan a Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Çîmen Şîne geşedanên hatine jiyîn ji ajansa me re nirxand.
 
Çîmen Şîne got serhildanên ‘jin jiyan azadî’ qet ranewestiyane û got: “Em bi serhildanê ketins ala 2026’an. Civaka Îranê û Rojhilat bi serhildana ‘jin jiyana azadî’ destkeftiyek mezin bidestxistin. Îran bi jin jiyan azadî hejiya. Jin bûn tirsa wan ya herî mezin.”
 
‘Ne serhildanek ji rêzê ye’
 
Çîmen Şîne balkişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya 25’ê Sibata 2025’an de kiriye û got: “Banga Rêber Apo bi gelê Îran û Rojhilatê Kurdistanê re jî hêvî afirand. Divê îro civaka Îranê vê serhildanê baş bixwîne. Ev ne serhildanek ji rêzê ye. Daxwaza gel Îranek demokratîke. Gel Îraneke ku azadiya jinê pêş dixîne dixwaze. Welatekî azad ji demokratîkbûnê ji azadiya jinê derbas dibe. Ev bi azadiya gelan pêkane. Mixabin heta niha Îranê ev yek nekirin. Her tim di zext û çewisandinê de israr kir. Yên sreî hildan qetil kirin.”
 
‘Yên serî netewandin jin û ciwan bûn’
 
Çîmen Şîne diyar kir ku li Îranê polîtîkayên binpêkirin û koletiya li hember jinan her diçe giran dibe û got: “Zîhniyet û zextên rejîma mola civak parçe kiriye.Zayenperestiyê civak dorpêç kiriye û ji hundir ve rizandiye. Li şûna civakek rêxistinkirî û bi îrade civakek bê çareserî û bêçare li jinan ferz kiriye. Gel vê rastiyê red dike. Tehemula wan nemaye. Yên srî li dijî rejîmê netewandin jin û ciwan bûn. Niha ev civak wê bi hêza dînamîk azadiya xwe bigire.”
 
‘Pergala berê xwe dide jinan mahkumê windakirinê ye’
 
Çîmen Şîne destnîşan kir ku serhildanên ‘jin jiyan azdaî’ yên di 2022’yan de destpêkirine her tim berdewam kirine û got: “Ji rojên ewil yên sal a2016’an heta niha çalakî û protesto didomin. Ev serhildana gel e. Gel dest ji lêgerîna azadiyê bernade.  Civaka Îranê pir dînamîke. Rejîma Îranê bi darvekirin û qetilkirinan îradeya jinê nas nake. Ev rejîma zîhniyta mêr e. Rejîma Îranê piştî serhildana ‘jin jiyan azadî’ ketiye pêvajoyek. Rejîm ketiye pêvajoyeke ku nikare vegere. Me ev di pêvajoya sê salî de dît. Ev pergala berê xwe dide jinan mahkûmê windakirinê ye. Ev pergal îradeya jinê nas neke nikare demokratîk bibe. Jinên Îranê tenê bi daxwazên tên zanîn ne li qadane. Daxwazeke wan ya guherînê û demokratîkbûnê heye. Em niha di dema piştevaniyê de ne. Serhildan pêl bi pêl mezin dibe. ’Îran bi jin jiyan azadî hejiya. Em bi awayekî xurt tevlibûna pêvajoyê girîng dibînin. Bi pêşengiya jinan wê Îrana demokratîk pêş bikeve. Wê rejîma zextxwir biçe.”