Hevala Rojbînê Sylvîe Jan: Wê aştî û demokrasî xeyal dikir
- 09:04 9 Çile 2026
- Rojane
Melek Avci
ENQERE - Femînîst aktîvîst Sylvîe Jan ku bi Fîdan Dogan ya hat qetilkirin re hevaltî kir wiha got: “Rojbînê demokrasî û aştî xeyal dikir. Di vê mijarê de hêviyên wê hebûn. Van rojan wê gelek difikirim. Ji ber vê jî wê ev riya aştî û demokrasiyê pêşeroja me hemûyan ronî bike.”
Li paytexta Parîs a Fransayê yek ji damezrînera PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara), endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez (Ronahî) û Nûnera Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Fîdan Dogan (Rojbîn) di 9’ê Çileyê 2013’an de hatin qetilkirin.
Fîdan Dogan ku di 17’ê Çileyê 1982’an de li gundê Xançiplak ê navçeya Elbistanê ya Mereşê ji dayik bû. hîna 7 salî bû dê û bavê wê ji ber zextên siyasî koçî Fransayê kirin. Di 9 salî de ew jî çû cem malbata xwe Fransayê. Fîdan Dogan ku di temenê biçûk de tevli xebatan bû piştî 15’ê Sibatê 1999’an şûnde bi awayekî çalak di têkoşîna azadiya Kurd de cih girt.
Sylvîe jan ya di qada femînîzmê de xebatan dimeşîne jiyana xwe da ser piştgiriya ji bo jinên Kurd û yek ji şahida herî nêz a Fîdan Dogan e. sylîve Jan da zanîn ku naskirina têkoîna wê di navbera salên 1993-94’an de bi girtina Leyla Zana re dest pê kiriye û got: “Ji qetilkirina Rojbînê heta nihaez seorkatiya rumetê ya Komeleya Piştevaniya Fransa-Kurdistanê dikim. Di 2001’ê de Eyup Doru ez bi Rojbînê dam naskirin. Demekê ji Parîsê veqetiya û di 2005 an jî 2006’an de vegeriya.”
‘Rojbîn dîplomatek rastîn bû’
Sylîve Jan ev tişt vegot: “Rojbîn ji bo hedefa xwe riya diyalogê didît. Dîplomatek rastîn bû. Di vê mijarê de serkeftî bû. Ji komeleyên biçûk heta serokomar diçû. Bi biryar bû. Tu car şûnde gav nediavêt. Em li Strasburgê bûn. Aktîvîstên Kurd ji bo Birêz Ocalan û girtiyên siyasî di grevê de bûn. Divê cihek bihata dîtin.Bi keşîş re hevdîtin kir. Piştî vê şertên wê hat qebûlkirin. Rojbînê der barê kevneşopiyên dêrên Fransayê de tiştek nedizanibû. Me axaftina wê bi hev re nivîsî. Min jê re got bi dengekî bilind neaxive. Bi dengekî nerm biaxive. Û Rojbîn li wir bû. Çawa ayîn qediya keniya. Ji bo bikaranîna salonê destur girtibû.”
‘Ez sar bûm min nexwest ez fêm bikim’
Sylvîe Jan ev tişt bi lêv kir: “Meha çile bû. Hevalek min geriya û agahî da min. Min fêm nekir. Yan jî min nedixwest fêm bikim. Ez sar bûm. Ez li Eyup Doru geriyam. Bi zor axivî. Rondik dibarand. Got Rojbîn hatiye qetilkirin. Kurê min Antonîne, Rojbîn başnas kir. Bi hev re di fîlmê ‘Ez Kurdim’ de xebitîn. Dema min agahî girt ez li Afrîkayê bûm. Sê rojan li neçar mam li wir bimînim. Ez gelek xemgîn bûm. Lihemû kesî geriyam û min got biçin çalakiya li Parîsê. Qetilkirina her sê jinan bandorek mezin il ser min kir. Min jiyana xwe da ser rastî edalet û pêşxistia komeleyê.”
Rojbînê aştî û demokrasî xeyal dikir
Sylîve Jan daxuyakirin ku 13 sal şûnde rastiyê dizanin lê edalet pêk nehatiye û wiha dawî lê anî: “Rojbînê demokrasî û aştî xeyal dikir. Di vê mijarê de hêviyên wê hebûn. Van rojan wê gelek difikirim. Ji ber vê jî wê ev riya aştî û demokrasiyê pêşeroja me hemûyan ronî bike.”








