‘Em li dijî pergalê di 10’ê Çileyê de li Enqereyê ne’

  • 09:02 9 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên wê ji Enqereyê û Îzmîrê tevli mitinga 10'ê Çileyê bibin, diyar kirin ku ew li dijî pergala ku mahkumê tarîtiyê dike di 10’ê Çileyê de li Qada Tandogan a Enqereyê ne û banga tevlibûna Mîtînga Jinan a Mezin kirin.
 
Bi banga 37 saziyên jinan wê jin li dijî hemû zext, tundî, xizanî, bêdadî û qetilkirinan di  10’ê Çile de saet di 12.00’an de li Qada Tandogan bên gel hev û Mîtînga Jinan a Mezin bê lidarxistin..Jinên ji Stenbolê wê tevli mîtîngê bibin wê di 9’ê Çile saet di 22.00’an de li ber avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Stenbolê bên gel hev û bi wesayîtan biçin Enqereyê. Roja mîtîngê jî wê jin li ber Rawestgeha AKM Metroyê saet di 10.00’an de bên gel hev û bi girseyî bimeşin Qada Tandogan. Mîtîng wê saet di 12’an de dest pê bike.
 
Nûnerên rêxistinên jinan û sendîkayan der barê mîtîngê de axivîn û bang kirin ku hemû jin 10’ê Çile de li Enqereyê bin.
 
Ji Berxwedêrên Nexweşxaneya Ozel Okmeydani Sema Arslanturk balkişand ser tundiya li ser jin û zarokan û wiha got: “Di vê pergalê de her cureyê tundiyê, qetilkirin, destdirêjî li ser jin û zarokan zêde dibe. Em jin çewisandin, tirsandin û biçûkxistinê qebûl nakin. Em li dijî vê pergala ku me mahkumê tarîtiyê dikin di 10’ê Çile de li Qdaa Tandogan in.”
 
Li ser navê Jinên Mala Gel Sîbel Kirbiz jî axivî û ev tişt anî ziman: “Em li dijî serdestiya mêr ya li ser jiyan, beden, keda me hatiye avakirin, li dijî destdirêjiyê, qetilkirina jinan û tunehesibandina LGBTÎ+’yan em ê li kolanan dengê xwe bilind bikin.”
 
Endama TUMBELSEN’ê Nazîfe Tosu jî balkişan ser polîtîkayên bêcezahiştin û xizaniyê û ev tişt got: “Ji bo edaletê, ji bo jiyaneke mirovane em ê 10’ê Çile de li Enqereyê bin.”
 
Endama Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) a şaxa Anatolyayê Sevgî Mersîn jî diyar kir ku li dijî xizaniyê bi daxwaza jiyaneke mirovahî wê tevli mîtîngê bibin.
 
Enqere: Me muxalefeteke jinan a yekbûyî ava kir
 
Ceren Kalay Eken, endama sekreteriya Mîtînga Jinan, diyar kir ku wan bi mîtîngê re "Muxalefeteke jinan a yekbûyî" ava kir. Ceren Kalay Eken, da zanîn ku jinên bi nêrînên siyasî yên pir cuda hatine cem hev û got, "Em ê ji bo hemî mafên xwe yên di bin êrîşê de, ji mafê jiyanê dest pê bikin, li qadê bin. Em bûne welatek ku her roj herî kêm jinek tê de tê kuştin. Di hin rojan de, ev hejmar digihîje heştan û ev ne tenê hejmarek e. Her yek jiyanek e, mirovek e."
 
Ceren Eken, bal bir ser girîngiya têkoşîna hevbeş a li dijî destwerdanên li ser maf û jiyana wan û got, "Em dixwazin hêza xwe nîşanî tevahiya welêt bidin. Ji ber vê yekê em dibêjin, 'Heke hûn li wir nebin, em ne temam in.' Divê em bi hev re vê yekîtiyê ava bikin û xurt bikin."
 
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Nebun Nebahat Çalpan got, "Wekî jinên TJA'yî, ev mîtîng mîtîngek e ku em aştiyê wekî bingehek ji bo avakirina komareke demokratîk dibînin. Em dibînin ku hemû mafên jinan ji dest tên girtin. Tekane tiştê ku em dikarin li dijî vê bikin ev e ku em têkoşîna xwe berfireh bikin."
 
Nebun Nebahat Çalpan diyar kir ku ew ê li kolanan daxwaza aştiyê bikin.
 
'Aştî avakirina jiyaneke azad e'
 
Endama Meclîsa Jinan a DEM Partî ya Stenbolê Oyku Dîlara Keskîn jî daxuyakirin ku têkoşîna aştiyê ne dengê bêdengbûna çekane û wiha bi lêv kir: “Aştî, avakirina jiyaneke azad, wekhev û wekheviya welatîbûn û zayendiya civakiye. Em li dijî her cureyê tundiyê dengê xwe bilind dikin. Em ê daxwaza aştî û azadiyê di 10’ê Çile de li Qada Tandogan bi hev re biqîrin. Aştî ancax bi cîhaneke ku jin azad in pêkan e.”
 
Îzmîr: Werin em herin mîtînga aştî, wekhevî û azadiyê 
 
Zohre Beng, seroka şaxa Bayrakliyê ya Komeleya Jinan a 29'ê Cotmehê, bal kişand ser zêdebûna kuştinên jinan û ji bo têkoşîna li dijî vê yekê tekez kir ku pêdivî bi rêxistineke jinan a bihêz heye. Zohre Beng got, "Em dibêjin êdî bes e. Em naxwazin jin bên kuştin. Divê em rê li ber vê rewşê bigirin. Em dev ji mafên xwe bernadin. Em ê di 10'ê Çileyê de li Enqerê bin. Em her kesî vedixwînin Enqerê."
 
Ayşe Îldiz, seroka şaxa Menderes-Ozdere ya Komeleya Jinan a 29'ê Cotmehê, jî diyar kir ku hevgirtina jinan pir girîng e û bang li hemû jinan kir ku ji bo parastina mafên xwe werin Enqerê.
 
Dîlan Toprak, endama Meclîsa Jinan a Îzmîrê ya DEM Partiyê, diyar kir ku ev mîtîng ne tenê çalakiyek e, lê di heman demê de platformek e ji bo ku jin daxwazên xwe yên siyasî bînin ziman û got ku ew ê li Enqerê bin da ku hemû daxwaz bi dengekî bilindtir werin bihîstin û ew li bendê ne ku her kes li wir be.
 
Nîmet Aslî, endama Meclîsa Jinan a DEM Partiyê, tekez kir ku pêvajoya aştiyê ji bo jinan mijara herî girîng e û diyar kir ku ew ê li gorî van daxwazan, ku ji bo aştiya jinan pir girîng in, li qadê bin. Nîmet Aslî got, "Em diçin Enqerê da ku dengê xwe bidin bihîstin û mafên xwe biparêzin. Divê em bi hev re ji bo aştî, azadî û wekheviyê têbikoşin."