Li dijî tundiya li ser jinê semînerek hate dayîn
- 18:50 8 Kanûn 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Derve ya Iraqê ragihand di çarçoveya Pêşîgirtina Tundiyê ya Cîhanî ya li Jinan li salona Wezîrê Karê Derve semînerek hate dayîn. Di semînerê de hate diyar kirin ku hikûmet girîngiyeke mezin dide pêşîgirtina tundiya li jinan.
Wezareta Derve ya Iraqê têkildarî semînera bi boneya Roja Cîhanî ya Pêşîgirtina li Tundiya li ser Jinan daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku semîner di çarçoveya Pêngava 16 Roja Pêşîgirtina li Tundiya li JInan semînerek lidar xistine.
Hate ragihandin ku semîner ji aliyê beşa Karûbarê Jinan ve li Dîwana Wezîr bi hevkariya Beşa Mafê Mirovan hatiye pêkanîn. Di semînerê de nûnerên nûnertiya dîplomasî ya Ereb û Biyanî dîsa karmandên wezaretê cihê xwe di semînerê de girtin.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hikûmet girîngiyeke mezin dide pêşîgirtina tundiyê ya li ser jinan û parastina wan. Hate ziman ku pêşîgirtina tundiya li ser jinan û taybet li ser keçan karê pêşî yê hikûmetê ye.
Hate gotin ku hikûmet girîngiyeke taybet dide mejiyê çêkirî ya ji bo parastina mafê mirovan û taybet mafê jinan ya di warê medyaya dijîtal û elektironîkî de.
Hikûmet girîngiyeke taybet dide bandora zekaya sûnî li ser mafên mirovan, bi taybetî mafên jin û keçan û parastina nepeniya dîjîtal, û her wiha beşdarî înîsiyatîf û hevkariyên bi rêxistinên navneteweyî re dibe da ku jinan ji êrîşên sîber biparêze.







