Îlham Ehmed: Aştiya ku jin tê de tune bin dê ne mayînde be

  • 12:19 19 Mijdar 2025
  • Rojane
RIHA - Îlham Ehmed ku di 6'emîn Foruma Aştî û Ewlehiyê ya Rojhilata Navînê de axivî, diyar kir ku pirsgirêka Kurd 100 sal in çareser nebûye û got ku aştiyeke ku jinan li derveyî xwe bihêle, dê ne mayînde be. 
 
Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di 6'emîn Foruma Aştî û Ewlehiyê ya Rojhilata Navînê de ku li Dihoka Herêma Kurdistanê, di pêşengiya Zanîngeha Amerîkayê ya Dihokê de tê lidarxistin, axivî. Bi sedan nûnerên siyasî, dîplomat û akademîsyen ji Tirkiye, Rojhilata Navînê û gelek welatên din ên cîhanê beşdar bûn.
 
Îlham Ehmedê got: "Pirsgirêka Kurd 100 sal in çareser nebûye û Kurd hîn jî mafên xwe bi dest nexistine. Rejîma Sûriyeyê ji destpêkê ve vê helwestê didomîne. Rêveberî dibêje ku ew ê xwediyê desthilatdariya yekane be û ev çavkaniya pirsgirêkan e. Şam, pêvajoyê berevajî dike, ji ber vê yekê em xwe nêzî diyalogê nakin." 
 
Îlham Ehmedê her wiha bal kişand ser rola jinan di pêvajoya aştiyê de û got: "Aştiyeke ku jin tê de tune bin,nikare mayînde be. Hewldanên ragihandin û perwerdeyê ji bo aştiyê pir girîng in."