Derbarê qanûna hejmar 6284 û mafan de perwerde
- 10:14 13 Mijdar 2025
- Rojane
AMED - Daîreya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Rezanê û Meclîsa Jinan di çarçoveya çalakiyênb 25'ê Mijdarê de perwerdehiyek li dar xistin û broşûrên li dijî tundiyê belav kirin.
Daîreya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Rezanê ya Amedê û Meclîsa Jinan di çarçoveya 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navneteweyî perwerdehiyek li dar xistin. Xebatkarên şaredariyê beşdarî perwerdeya tevlihev a ku li Navenda Jinan a Kardelenê hate lidarxistin bûn. Di bernameya ku bi hevkariya Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê hate lidarxistin de, parêzer Fîlîz Yîlmaz li ser Qanûna Hejmar 6284 û mafên ku bi wê r hatine dayîn de agahî da. Bernameya perwerdeyê bi pirs û bersivan hate temamkirin.
Broşûrên li dijî tundiyê hatin belavkirin
Rêveberiya Polîtîkayên Jinan û Meclisa Jinan di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Hevgirtinê ya li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî,de, li taxa Kaynartepe û li Kolana Sakarya xebatek li dar xistin. Di xebata ku bi dirûşma "Ji bo jiyaneke bê tundî û azad gotina me neqediyaye, em ê tundiyê bi hev re bi dawî bikin" de, serdana karsaziyên herêmî û dayîna broşûrên agahdariyê yên ku agahdariya têkiliyê ji bo mekanîzmayên çareseriyê yên li dijî tundiyê dihewîne li jinan hatin belavkirin.







