Derbarê qanûna hejmar 6284 û mafan de perwerde 2025-11-13 10:14:21     AMED - Daîreya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Rezanê û Meclîsa Jinan di çarçoveya çalakiyênb 25'ê Mijdarê de perwerdehiyek li dar xistin û broşûrên li dijî tundiyê belav kirin.   Daîreya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Rezanê ya Amedê  û Meclîsa Jinan  di çarçoveya 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navneteweyî perwerdehiyek li dar xistin. Xebatkarên şaredariyê beşdarî perwerdeya tevlihev a ku li Navenda Jinan a Kardelenê hate lidarxistin bûn. Di bernameya ku bi hevkariya Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê hate lidarxistin de, parêzer Fîlîz Yîlmaz li ser Qanûna Hejmar 6284 û mafên ku bi wê r hatine dayîn de agahî da. Bernameya perwerdeyê bi pirs û bersivan hate temamkirin.   Broşûrên li dijî tundiyê hatin belavkirin   Rêveberiya Polîtîkayên Jinan û Meclisa Jinan di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Hevgirtinê ya li dijî Tundiya  li ser Jinan a Navneteweyî,de, li taxa Kaynartepe û li Kolana Sakarya xebatek li dar xistin.  Di xebata ku bi dirûşma  "Ji bo jiyaneke bê tundî û azad gotina me neqediyaye, em ê tundiyê bi hev re bi dawî bikin" de, serdana karsaziyên herêmî û dayîna broşûrên agahdariyê yên ku agahdariya têkiliyê ji bo mekanîzmayên çareseriyê yên li dijî tundiyê dihewîne li jinan hatin belavkirin.