Neslîhan Şedal: Em aştiyê li her derê civakê nexş bikin
- 09:05 10 Mijdar 2025
- Rojane
STENBOL - Hevseroka GABB’ê û Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê ku qeyûm tayînê şûna wê kirin Neslîhan Şedal banga xwedîderketinê li pêvajoya ‘Aştî û civaka demokratîk’ kir û got: “Em vê civakê azad bikin. Em aştiyê li her qada civakê nexş bikin.”
Bi banga ‘Aştî û civaka demokratîk’ ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de kir re pêvajoyek nû dest pê kir. Bi banga hat kirin re li Tirkiyeyê gelek pêşketin hatin jiyîn. Piştgiriya gelê Kurd û hemû gelên bindest ya ji bo pêvajoyê didome û hîna ji aliyê dewletê ve gaveke şênber nehatiye avêtin. Hevseroka Yekitiya Şaredariya Başûrê Rojhilatê Anatolyayê (GABB) û Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê ku qeyûm tayînê şûna wê hat kirin Neslîhan Şedal der barê pêvajoyê de axivî.
Neslîhan Şedal da zanîn ku netew dewlet di serî de li dijî jinan polîtîkayên zayendperest û netewperest dike jiyanê û li hember nirx û baweriya gelan rêzdarî nayê nîşandan û nakin bin ewlehiya destûra bingehîn. Neslîhan Şedal destnîşan kir ku bi polîtîkayên înkar, îmha û asîmîlasyonê îradeya gel tê tunekirin û wiha bi lêv kir: “Li dijî vê têkoşîneke 52 salan a têkoşîneke azadiyê ya Kurdan heye. Banga Birêz Abdullah Ocalan ji bo rawestandina pêvajoya pevçûnê, ji bo azadiya gelan bû. Piştî banga 27’ê sibatê di bin bana meclîsê de komîsyonek hat avakirin. Ji vê komîsyonê bendewarî hene. Bendewarî ev e ku bi lez bi pêşengiya komîsyonê rapor bê amadekirin û di neveroka raporê de qanûnên derbasbûnê cih bigirin.”
Avakirina aştiyê
Neslîhan Şedal, destnîşan kir ku dewlet divê ji bo mafê hêviyê ya ji bo Abdullah Ocalan sererastkirinan pêk bîne û wiha anî ziman: “Divê azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan pêk bê û ev gav ji bo pêvajoyê girîng e. Divê girtiyên siyasî demildest ji zindanan derkevin û bigihêjin azaiya xwe. Divê zimanê Kurdî bigirin bin ewlehiya qanûnî û bibe xwedî statu. Divê ziman bibe zimanê perwerdehiyê. Divê qeyûm şûnde bên kişandin. Ji ber vê jî gel bi pêvajoyê bawer dike û xwedî li pêvajoyê derdikevin.”
‘Ev bang ji bo bêdengkirina çekan bû’
Neslîhan Şedal gavên ku PKK’ê piştî bangê avêtine bibîr xist û balkişand ser berpirsyariya dewletê ya ji vir şûnde. Neslîhan Şedal ev tişt bi lêv kir: “Ger ev pirsgirêk ji xitimandina siyaseta demokratîk pêk hatibe divê riya siyaseta demokratîk bê vekirin. Divê ji bo Kurdî statu bê dayîn, li hember îradeya gelan rêzdarî bê nîşandan. Aştî wisa pêkan e. Li cihekî ferasetek vesayetî hebe mirov nikarin xwe bi rêve bibin. Di qada rêveberiyên herêmî de divê feraseta ku piştevaniya civakê xurt dike ji nûve bê şînkirin. Ev jî bi komunan pêkan e.”
‘Divê em xwedî li banga aştî û civaka demokratîk derkevin’
Neslîhan Şedal di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku li Tirkiyeyê kesên demokrasî, wekhevî û edaletê diparêzin bi gelek zextan re tên rû hev û got: “Di encama kuştinên kiyarnediyar de kesên jiyana xwe ji dest dan hebûn. Yên bedelên mezin dan hene. Hevalên me yên 30 sal girtîne hene. Divê her kes xwedî li pêvajoyê derkeve. Xwedîderketineke xurt pêwist e. Divê em hemû ji bo civakek azad û wekhev têbikoşin.”







