‘Jin azad nebin civak azad nabe’
- 09:02 10 Mijdar 2025
- Rojane
ÎZMÎR - Parêzvana maf Fatîma Îraz da zanîn ku tundiya li ser jinan ji ber serdestiya mêr pêk tê û got bi azadiya jinê wê tundî ji holê bê rakirin.
25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Ser Jinan a Navneteweyî nêz dibe û tbaloya tundiya li ser jinan û newekheviyê roj bi roj giran dibe. Daneyên saziyên civaka sivîl û îstatîstîkên saziyên dewletê, tabloya dertê holê nîşan dide.
Li gorî çeteleya tundiyê ya 2024’an a JINNEWS’ê di 10 salan de 316 jin hatin qetilkirin û 170 jin jî bi guman jiyana xwe ji dest dan. Li gorî daneyên Saziya Îstatîstîka Tirkiyeyê (TUÎK) ji sedî 83’ê jinan bi tundiya fîzîkî û psîkolojîk re tên rû hev.
Parêzvana maf Fatîma Îraz der barê rêxistinbûna li dijî tundiyê, pişteniya jinan de axivî.
Fatima Îraz der barê daneyên tundiyê de axivî û da zanîn ku çavkaniya tundiyê ne şexsî ye civakî ye û got jin di pergala serdest a mêr de têkoşîna jiyanê didin. Fatma Îraz wiha anî ziman: “Heta ku serdestiya mêr li ser jiyana jinan hebe, wê jin di plana dawî de bimînin. Jin dema mafê xwe biparêzin tundî lê tên kirin û dema bêdeng bimînin jî wek ‘jina bêdeng’ tên dîtin. Ev rewş jî tundiya mêr diafirîne. Dema tundiya li ser jinê dibe mijara gotinê, serdestiya mêr dertê pêşberî me. Serdestiya mêr her tim zextan li jinan dike. Dema em behsa wekheviye ku jin navenda wê de tuneye bikin li wir ne wekhevî ne jî azadî heye. Jin rastî tundî û newekheviyê tên. Jin tên bêdengkirin, çewisandin.”
‘Sala malbatê berhema feraseta ku jinan hepsê malê dike ye’
Fatîma Îraz destnîşan kir ku çareserî ne şexsî ye, ji veguherîneke civakî ya kolektîf derbas dibe û serdestiya mêr li her qada civakê bandor kiriye. Fatîma Îraz wiha dirêjî dayê: “ ‘Sala malbatê’ hatiye îlankirin û ev jî berhema feraseta ku jinan hepsê malê dike ye. Jin ne wek kirde wek parçeyeke malbatê an jî milk tê bicihkirin. Jinên îtîrazê vê dikin jî wek ‘serhildêr’ tên binavkirin. Bi vê jin hedef tên girtin. Îlankirina sala malbatê tundiya ku zêde bûye nîşanê me dide. Jin hîna wek kirdeya zayendî tê dîtin.”
Çareserî: Piştevanî û veguhestina civakî
Fatîma Îraz wiha dawî lê anî: “Çareserî ne tenê bi sererastkirinên qanûnî bi veguhertina zayenda civakî pêkan e. Heta ev pergal neguhere em nikarin behsa çareseriyê bikin. Jina azad tunebe civaka azad jî tuneye. Heta piştevanî û rêxistibûna jinan tunebe wê wekhevî jî tunebe. Bersiva herî xurt a li dijî serdestiya mêr piştevaniya rêxistinkirî ye.”







